Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin 2023-02-10 11:06:27 MEREŞ - Xelkê navçeya Elbistanê tevî sir û seqemê jî ev 5 roj in bi hêviya ku agahiyeke baş ji xizmên xwe yên di bin kavilan de wergirin, li ser kavilan disekinin.   Navçeya Elbistan a Mereşê yek ji deverên herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî ye. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li navçeyê didomin. Bi şev pileya germahiyê dikeve bin sifirê 15 pileyan û xelkê navçeyê zehmetiyên mezin dikişînin. Welatiyên ku xizmên wan hêj di bin xerabeyan de, heta serê sibehê li benda agahiyeke baş dimînin. Welatiyê bi navê Şerîf Aydin li Taxa Cumhuriyetê di bin kavilên avahî de ma û bavê wî Aydin Aydin ev 5 roj in li ser kavilan disekine.    BAVEKÎ LI SER KAVILAN    Bav Aydin ku li benda agahiyeke ji kurê xwe ye, wiha dibêje: “Dema avahî hilweşiyayî ez li wir nebûm. Kurê min û sê zarokên xwe di bin de ma ne. Zarok rizgar bûn lê hêj tu agahî ji kurê min nînin. Em gelek bêçare ne. Dest û lingên me girêdayî ne û li benda agahiyeke ji Civanê xwe me. Ez dixwazim wisa bawer bikim ku ew hêj dijî.”   HÊVIYÊN MALBATAN TUNE DIBIN    Ne tenê malbata Aydin lê bi sedan kes ji şevê heta serê sibehê li ser kavilan disekinin û li benda agahiyeke ji xizmên xwe ne. Di gelek kavilan de tu hêvî neman û li şûna xebatên lêgerîn-rizgarkirinê, makîneyên kar kabilan radikin û cenazeyan derdixînin.    Di vê navberê de Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê, Cemxane û depoyên saziyan bi cenazeyan tije bûne. Gelek welatî ji bo definkirina cenazeyên xizmên xwe li benda rapora otopsiyê ne.    MA / Adnan Bîlen