Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê 2023-02-10 10:49:05   AMED - Alîgirên Kûluba Sporê ya St. Pauliyê ya Almanyayê ji bo ji herêmên erdhejê re bên şandin xwarin û pêwîstiyên bingehîn ji navendên koordînasyona giştî ya Amedspor Barîkat-SCM’ê re şandin.   Hejmara kesên di erdheja di 6’ê sibatê de navenda wê Mereş li 10 bajaran çêbûyî de jiyana xwe ji dest dan her ku diçe zêde dibin. Piştevanî û alîkarî jî zêde dibe.    Alîgirên Kûluba Sporê ya St. Pauliyê ya Almanyayê ji bo Semsûra yek ji bajarên erdhej pêk hatî bên şandin xwarin û pêwîstiyên bingehîn ji navendên koordînasyona giştî ya Amedspor Barîkat-SCM’ê re şandin.