Bersiva ji bo tendruistkarên biçin herêma erdhejê: Pêdivî pê tune ye 2023-02-10 10:45:54   ÎZMÎR - Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, ragihand ku 400 tenduristkar serî li wan dane ku biçin herêma erdhejê, lê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr gotiye "niha pêdivî pê tune ye."    Li deh bajarên ku bandor ji erdhejên Bazarcixa Mereşê çêbû girtin, birîn bi piştevaniyê tên cebirandin. Hê jî li 10 bajarên bandor ji erdhejê girtine mudaxileyî gelek cihan nehatiye kirin  bi deh hezaran kes di bin kavilan de ne.    Roja ku erdhejê çêbû, zêdetirî 400 tenduristkar serî li Odeya Bijîşkan a Îzmîrê dan ku biçin herêma erdhejê. Piştî vês erlêdanê Odeya BIjîşkan jî serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr dan. Lê belê midûriyetê ji odeyê re gotiye: "Niha li herêmê pêdivî bi tenduristkaran tune ye" û nehiştiye tenduristkar biçin herêmê.    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo herêmên erdhejê "Rewşa Lezgîn a Asta 3'yan" îlan kiribû.    Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Prof. Dr. Suleyman Kaynak anî ziman ku pêwendiya wan bi Yekîtiya Dermanfiroşan a Tirk û Odeya Dermanfiroşan a Îzmîrê heye û got: "Heya niha Yekîtiya Dermanfiroşan a Ti8rk 10 konteyner derman şandine herêmê. Ev dermanfiroş, ji duh heya niha Antakjya di nav de li gelek bajaran dest bi kar kirine."    MA / Delal Akyuz