Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin 2023-02-10 10:16:20   STENBOL - Endezyarê Jeofîzîkê Erdal Şahan diyar kir ku venêrînek li ser avahiyan nehatiye kirin û wiha got: “Heke avahî li gorî rêziknameya erdhejê ya di halê hazir de jî bihatina çêkirin, dê avahî mîna peksîmetê netebiqiyan.”    Di 6’ê Sibatê de li Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhej çêbûn. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 17 hezar û 406 kes derbas kir û bi hezaran kes jî hêj di bin xerabeyan de ne. Yek ji sedema ku rê li ber bîlançoyeke wiha mezin vekirî jî mezinbûna erdhejê û avahiyên ne saxlem bû. Endezyarê Jeofîzîkê Erdal Şahan got dibe ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest didin 200 hezar kesan derbas bike.    ‘DIVÊ RÊZIKNAMEYA ERDHEJÊ LI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKIN’    Şahan, da zanîn ku bandora her du erdhejan bi qasî bandora 2 hezar û 800 bombeyên atomê ye û wiha got: “Avahiyên nû yên rûxiyayîn jî gelemperî li gorî erdhejê nehatine çêkirin. Piştî vê erdhejê, divê rêziknameya erdhejê li ber çavan re derbas bikin. Vê erdhejê ev yek nîşanî me da; AFAD’ê piştî nexşeya herêma erdhejê rêziknameya erdhejê guherand. Bi vê erdhejê re divê rêziknameya erdhejê li ber çavan re derbas bikin.”   BAL KIŞAND SER ‘VENIHÊRTINA AVAHIYAN’    Bi domdarî Şahan destnîşan kir ku gelemperiya avahiyên rûxiyayîn li ser hîmekî pir xerab hatine avakirin û venihêrtin nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Dewlet, venêrînê nake. Raye daye fîrmayên taybet. Pir eşkere ye ku ‘Venêrîna Avahiyan’ xebateke baş nekiriye. Ev yek ji hilweşîna avahiyên nû xuya dibe. Heke li gorî rêziknameya erdhejê ya di halê hazir di meriyetê de jî bihatina çêkirin, dê avahî bi vî awayî ne rûxiya bûna. Dê dîwar bideriziyan, biteqiyan, pace bişikiyan û alav wergeriyan lê mirov dê bi birînên sivik rizgar bûbûna. Ev avahî mîna peksîmetan tebiqîn, ev yek nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin. Karkeriyeke baş nehatiye kirin, alavên rast nehatine bikaranîn. Her wiha ji agahiyên endezyariya rast sûd nehatiye girtin. Sedema vê bîlançoya giran jî ev e.”    ’AGIR BI MALA 80 MILYON KESAN KET’    Şahan, wiha domand: “Avahî li gorî rêziknameya erdhejê nehatine çêkirin. Nexwe wiha mîna peksîmetê ne ditebiqiyan. Herî kêm 11 hezar avahî rûxiyane. 13 milyon kesên ji herêmê raste rast bandor lê bûye. Xizmên me tevan li wir hene. Agir kete mala 80 milyon mirovan. Karesaeteke mezin heye. Ev avahî beriya 1999’an hatine çêkirin. Avahiyên nû jî rûxiyan û karesat mezintir bû. Dema em lê dinihêrîn, zeyîeta wir 20 milyar dolar derbas kiriye. Jixwe êdî tu tiştek nikare miriyan vegerîne.”   Şahan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê dema avahî tên çekirin ji malzemeyên wê nedizin. Her wiha divê ji betonarmeyê nerevin. Divê mîna avahiyên ji pola bin. Ji ber ku herêmên erdhejê ne. Divê li her herêmê endezyarên jeolojiyê hebin. Divê mîna li Japonyayê, îzolatorên sîsmîk deynin avahiyan de. Divê venêrtin di cih de bên kirin. Divê li hemû şaredariyên Tirkiyeyê laboratuarên beton û hîm bên avakirin. Bila venêrtina avahiyan jî kontrol bike lê divê şaredarî jî kontrol bikin. Nexwe dê hem avahiyê kevin û hem jî yê nû biherife.    Dema li hilweşîna heyî dinêrim, dibe ku 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabin. Dê erdhejên li Kurdistanê jî bidomin. Bi erdhejê re fayên Rojhilatê Anatoliyayê û Bakurê Anatoliyayê bi qasî 3 metreyan tehisî ye. Dê li Ege û Marmarayê erdhej çêbibin. Potansiyela wê pir zû de gihiştiye 7’an. Enerjiyeke pir mezin derket holê.”    MA / Mehmet Aslan