Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin 2023-02-07 16:29:22 AMED - Li Amedê li Apartmana Işikê ku hilweşiya û 16 kesan lê jiyana xwe ji dest da, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên karî dest pê kirin.    Li Amedê ku bandoreke mezin ji erdhejên li Bazarcixa Mereşê girt, 7 avahî hilweşiyan. Ji van avahiyên hilweşiyayî yek jê Apartmana Işikê bû. Heya niha ji bin Apartmana Işikê 16 cenaze û 20 kes jî bi birîndarî hatine derxistin. Tê texmînkirin ku di bin kavilên Apartaman Şikê de ku li Kolana Sentoyê ya navçeya Rezanê ye, 28 kes hene. Li apartmanê xebatên lêgerînê yên hesas bi dawî bûn û bi makîneyên karî dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin kirin.    JI BO GALERIAYÊ 78 SERLÊDAN    Li Navenda Kar Galeriayê ku li ser Kolana Elazigê ye û 12 qatî ye, ji bo 78 kesên tê gotin di bin kavilan de ne serlêdan li saziyan hat kirin.