Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin 2023-02-07 16:14:26   MEREŞ - Bi ser erdhejê re demekî dirêj derbas bû lê li navçeya Sergolanê cara ewil komekê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dest bi kar kirin.    Navçeya Sergolan a Semsûrê ku 43 kîlometreyan ji navenda erdhejê Bazarcix a Mereşê dûr e, bîlanço roj bi roj girantir dibe. Ji ber erdhejê, qelişînên mezin di cadeyên sereke û rêyên din ên bajar çêbûne. Van şeliqînan kirin ku xesareke mezin bigihije avahiyên navçeyê. Xesareke mezin gihişt hemû avahî û kargehên li bajar. Piştî erdhejên biçûk jî bi dehan avahî rûxiyan. Ji ber hilweşîna giran, malbat di tevahiya şevê de li derve man. Malbatên ku derfetên wan hebûn di wesayîtan de man û yên bêderfet jî ji xwe re agir hil kirin û heat serê sibehê li derve man.    LI BENDA AGAHIYÊN JI XIZMÊN XWE NE    Niha li bajar berf dibare û sermayeke zêde heye. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê jî pir giran dimeşin. Xebatên bisînor ên duh hatin kirin, îro bi tevlibûna leşkeran û hinek komên AFAD’ê re didomin. Bikaranîna makîneyên kar ku di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de xetereyeke mezin in lê balkêş e ku dihatin bikaranîn. Nayê zanîn bê ka çend kes di bin xerabeyan de ne lê belê tê gotin ku ev hejmar pir zêde ye. Her wiha gelek malbat bip saetane li bendê ne ku ji xizmên wan ên di bin xerabeyan de ma ne agahiyekî bigirin.    WELATÎ BI ŞEV LI DERVE BÛN   Hat zanîn ku di bin xerabeyên avahiya 4 qat a li ser Cadeya Gazîosmanpaşa ya li Taxa Fatîhê hêj 9 kes hene. Malbatan got ku bi ser erdhejê re 30 saet derbas bûn lê xebat hêj nû hatine destpêkirin. Li bajarokên Karaburun û Balkar ên girêdayî Sergolanê jî gelek avahî hilweşiyan û xesar gihiştê. Gelemperiya welatiyên li vê derê şeva xwe li derve derbas kirin.   MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay