Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin 2023-02-07 16:02:02 EDENE - Nûçegihanê Evrenselê Volkan Pekal, dema li herêma erdhejê dîmen digirtin, hat binçavkirin.    Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Volkan Pekal gava li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê dîmen digirtin, bi hinceta ku "bê destûr dîmen digire" hat binçavkirin. Polîsan Pekal bir navenda polîsan a li nexweşxaneyê û piştî îfadeyê ew berdan.    Li gorî Evrenselê, polîsan ji Volkan Pekal re gotiye dîmengirtin ji aliyê walîtiyê ve hatiye qedexekirin. Pekal jî ji polîsan xwestiye ku biryarê nîşanî wî bidin, li ser vê polîsamn gotiye "talîmata devkî heye."