Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye? 2023-02-07 15:47:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Semsûrê ku ber bi Walîtiya Semsûrê ve meşiya, got: "Ka alîkarî, malbatên we hemûyan hene, qey hîç rehm bi we re tune ye, tu here bila wezîrê te were."    Gelê Semsûrê ku bandor ji erdhejên Mereş û Semsûrê girt, ber bi walîtiyê ve meşiya. Welatiyên ku li ber walîtiyê kom bû, bi dirûşmeya "Semsûrê bêxwedî ye" bertek nîşanî Waliyê Semsûrê Mahmût Çûhadar dan. Bertekên li dijî walîtiyê li ser hesabên medyaya sanal hatin belavkirin. Di dîmenê de gel bang li walî dike û dibêje: "Ka alîkarî, malbatên we hemûyan hene, qey hîç rehm bi we re tune ye, tu here bila wezîrê te were."    Tê dîtin ku polîsan derdora walî girtiye û walî jî li ber vê berteka gel bi ken xwe diparêze.