Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin 2023-02-07 15:00:43   HATAY – Di erdhejê de li Îskenderûnê gelek avahî hilweşiyan lê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin. Cenazeyên ji bin xerabeyan hatin derxistin li kolanan tên sekinandin.    Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhejên Mereş û Dîlokê bibandor bû jî Hatay e. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li navçeya Îskenderûn a Hatayê piştî 30 saetan dest pê kirin. Di encama erdhejê de gelemperiya Taxa Çay a navçeyê rûxiya. Qutbûna ceyran û avê jî gel hîn bêhtir mexdûr kir.   CENAZE LI KOLANAN TÊN SEKINANDIN    Gelê herêmê bi derfetên xwe xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin. Ekîbên ku duh bi şev hatin navçeyê û ji ber baranê navber dan xebatên xwe, îro di danê sibehê de dîsa dest bi xebatan kirin. Li navçeyê kêmek xebatkarên AFAD’ê hene û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê jî gel û leşker dikin. Bi qasî 30 saet piştî erdhejê li navçeyê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin destpêkirin û ji bin xerabeyan cenaze tên derxistin. Lê belê ji ber ku ambulans û wesayîtên cenazeyan tune ne, cenaze li kolanan tên sekinandin. Hinek cenaze jî bi wesayîtên polîsan vediguhêzînin nexweşxaneyan.    WELATÎ BI BERTEK IN    Xelkê navçeyê bi bertek e ku alîkarî û piştevanî bi wan re nayê kirin û gotin ku komên hatine şandin pir kêm in. Welatiyan got ku xebatkarên rizgarkirinê di dema xwe de nehatin şandin lewma hejmara miriyan zêde bûye.    SEROKÊ TTB’Ê LI HERÊMÊ YE   Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan bi malbatên hempîşeyên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re hevdîtin kir.