Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne! 2023-02-07 14:54:07   MELETÎ - Li Meletiyê jî wek bajarên din tîmên xebata lêgerîn û rizgarkirinê bi awayek têrkirî tune ne. Welatî dibêjin ku wan hêviya rizgarkirina xizmên xwe di bin kavilan de winda kirine.   Her kêliya ku diçe bilançoya erdhejê zêde dijwartir dibe. Hê jî ji deh hezaran welatî agahî nayê girtin. Li Meletiyê jî li gel hewa sar û barîna berfê xelkê şeva xwe li derve derbas kir. Li gorî agahiyên dawî yên li bajêr, 177 kes mirin e û ji 2 hezar kesî zêdetir jî birîndar hene.    AGAHIYÊN AFADÊ ŞAŞ IN    Li Meletiyê jî Maseya Krîzê ya HDP’ê xebatên xwe da destpêkirin. Ji Maseya Krîzê Hasan Basrî Sûcû diyar kir ku bilançoya erdhejê ku AFAD têkildarî bajar, navçe û gundan dide şaş in. Sûcû da zanîn ku duh ew li navendên AFAD’ê geriyane û AFAD tu xebatekê nake. Sucu anî ziman ku heta niha AFAD’ê li gundan tu xebatek nedaye destpêkirin û pêdiviya xelkê gundan ku mexdûr bûne bi av û xurekan heye.    GUND LI BENDAL ALÎKARIYÊ NE    Sûcû anî ziman ku li gundê Topraktepe yê navçeya Doganşehîrê 300 mal hene û ji 200 zêdetir mal xera bûne û li gundê Oren ê bi ser navçeya Akşadagê ve jî xebata kavilan tenê ji aliyê gel ve tê kirin. Sûcû got ev du roj in ava gund qut bûye û şaredariyê têkildarî mijarê tu daxuyaniyek nedaye.    HEWCEDARIYÊN JI BO WELATIYAN    Sûcû diyar kir ku pêdiviya xelkê bajêr bi nan, av, mamayên zarokan, bezên zarokan, petên hîjyenîk û sotemeniyê heye.    XELK XEBATÊ DIKE    Gelek xaniyên li ser cadeya Înonû ya navçeya navendî Çermiktî ya Meletiyê xesar dîtine û bi dehan mirov di bin kavilan de ne. Li Rezîdansa Trend Gardenê gelek kes di bin kavilê de ne. Xelk li dijî têrnekirina xebatên lêgerînê û rizgakirinê bi bertek e.    ‘ME TERKÎ ÇARENÛSA ME KIRINE’    Mensûr Bûlût ê ji Mêrdînê bo alîkariyê hatiye Meletiyê da zanîn ku apê wî û jinapa wî di bin kavilê avahiyê de ne û got: “Ne dewlet û ne jî saziyên xwe li vir in. Dema em hatin tenê welatî hebûn. Mirovên li vir terkî çarenûsa xwe hatin kirin.”   ‘KES ALÎKARIYÊ NAKE’    Abdî Bûlût jî da zanîn ew ji Mêrdînê hatiye û hê jî apê wî û jinapa wî di bin kavil de ne û got: “Xebat têr nakin. Heta niha jî tu tiştek nehatiye kirin. Bi dehan mirov di bin kavilan de hene. Kes alîkariyê nake.”    MA / Firat Can Arslan