Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin 2023-02-07 12:53:04 RIHA - Li Rihayê di encama erdhejê de gelek avahî hilweşiyan û zêdetirî 48 kesî jiyana xwe ji dest dan. Piştî hilweşînê welatiyan bertek nîşanî xemsariya îktidarê dan. Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ku navenda erdhejê ye di 6’ê Sibatê saet li derdora 04.20’an êrdheja ku pileya wê 7.7 bû pêk hat û bandorê li ser gelek bajarên bakur û rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê kir. Li Rihayê jî di encama erdehejê de gelek avahî li navend û navçeyan hilweşiyane û heta niha 48 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 103 welatî birîndar bûn.    HAWAR Û QÊRÎN   Ji ber xemsariya rayedaran, dengê hawar û qêrîna xelkê li bajêr olan dide. Me guh da hawara xelkê. Di destpêke de me avahiyek hilweşiya bû dît, mirov li dorê kom bûbûn. Li benda alîkariyê bûn, lê tu kesî wê hawara wan nedibihîst. Her çiqas piştî demek dirêj tîmek rizgariyê hat jî lê têrî rizgarkirina mirovên di bin kavil de nekir.    Ji ber tîmên rizgariyê têr nakin, welatiyên li dora kavilê avahiyê kom bûbûn nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedaran da.    Ji bin avahiyek li bajêr piştî demek dirêj cenazeyê 3 welatiyan ji bin kavilê hat derxistin. Li Rihayê ji 20’an zêdetir avahî hilweşiyane. Zarokek ku temenê wî nehat hîn bûn û di bin kavil de jiyana xwe ji dest dabû.    LÊGERÎNA LI KAVILAN BERDEWAM DIKE    Li kavilên avahiyên hilweşiyayî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Gelek welatî bi birîndarî ji binê kavilan tên rizgarkirin û sewqî nexweşxaneyan tên kirin.    Welatî ji bo tevdîra canê xwe li gel baran û sermaye jî şeva xwe li derve derbas kir. Li gel ku 24 saet di ser erdhejê re derbas bûye jî ji bo welatiyan cihê kombûnê nehatiye diyarkirin. Xelkê bajêr ku li derve ye nikarin xwe bigihînin xwarin û vexwarinê û ji bo pêdiviyên welatiyan tu alîkarî û piştevaniyek nehatiye temînkirin.    HEJMARA MIRÎ Û BIRÎNDARAN ZÊDE DIBE    Li Rihayê heta niha 48 welatiyan canê xwe ji dest daye û 103 welatî jî birîndar bûne. Welatî bertek nîşanî daneyên ku îktidar eşkere dike didin û dibêjin, “Îktidar kenê xwe bi me dike. Riha wêran bûye. Lê tîmên ku me rizgar bikin tune ne. Em baweriya xwe bi hejmara mirî û birîndaran ku îktidar eşkere dike nayînin.”    MA / Mahmût Altintaş