Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye 2023-02-07 12:05:05 HATAY - Ji ber erdhejê li bajarên herêma Çûkûrovayê jî gelek avahî hilweşiyane. Xelkê hêrêmê li derve şeva xwe derbas kir. Tîmên lêgerîn û rizgariyê bi awayek têrkirî hê jî neçûne bajaran û xelk bi derfetên xwe hewl dide welatiyan ji bin kavilan derxe.    Erdhejên ku navenda wê Mereş û Dîlok e, li bajarên Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê rê li ber karesatên mezin vekiriye. Ji bo rizgarkirina kesên din bin kavilan de mane xebat berdewam dikin.    SÎTEYA 10 BLOKÊN WÊ HENE HILWEŞIYAYE    Yek ji bajarên ku hilweşandin lê qewimî ye Hatay e. Hê jî tîmên lêgerîn û rizgariyê neçûne gelek deverên Hatayê. Tê gotin bi hezaran kes li Hatayê di bin kavilan de mane. Bi deh hezaran xelkê Hatayê û navçeyên wê şeva xwe li derve derbas kirin.    Seroka Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya berê Zekiye Yîgîtbaşi beşdarî televîzyonekê bû û ragihand ku li li bajêr sîteyek 10 blokên wê hene hilweşiyaye û bi hezaran kes canê xwe ji dest dane û ew wek her demê hatine terkirin û got: “Ne AFAD ne jî dewlet û tu kes nîne.”    4 KES JI BIN KAVILAN HATIN DERXISTIN     Hin tîm xwe gihandine navçeya Îskenderûnê û li 3 avahiyên hilweşiyane xebatê dikin û ji bin kavilan yek jê zarok 4 kes hema bêje piştî 24 saetan birîndar hatin derxistin. Saet li 03.35 li avahiya Reşît, Mehmet û Hakan Yilmaz Çagan ên birayê hev hatin derxistin. Her wiha tîmên rizgariyê li avahiya Yalim a 5 qatî Kubilay Ozer a 26 salî û li avahiya Akgul jî Nejla Baygul di heman saetan de derxistin.    EDENE ŞEVA XWE LI DERVE DERBAS KIR    Li Edeneyê jî li 11 avahiyan xesar çêbûye. Heta niha li Edeneyê 50 kesî canê xwe ji dest daye. Xelkê Edeneyê şeva xwe li derve derbas kir.    DAXWAZA SEROKATIYA DAÎREYA ERDHEJÊ HAT REDKIRIN    Serokê Odeya Endezyarên Înşaetê ya Şaxa Edeneyê Hasan Aksungur destnîşan kir ku divê rayedar xebatên tesbîtkirinê bi lez bikin û xebatên nûjenkirinê bidin destpêkirin.    Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endeyzar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Edeneyê Ahmet Uncu jî destnîşan kir ku wan pêşniyaza divê Serokatiya Daîreyê ya Erdhejê bê avakirin û envantera avahiyê li bajêr bê derxistin kirine û ev pêşniyaza wan ji aliyê endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê yên AKP’yî û MHP’yî ve hatiye redkirin. Uncu got: “Gunehê xelkê di stûyê AKP-MHP’ê de ye.”    GELEK TÎM DIÇIN HERÊMÊN ERDHEJÊ    Gelek tîmên ji derveyî welat û ji hundirê welat hatin Edeneyê, derbasî herêmên erdhejê bûn.    LI OSMANIYEYÊ 131 KES MIRIN E    Yek ji bajarên di bin tesîra erdhejê de maye Osmaniye ye. Li gorî daxuyaniya dawî ya Walîtiya Osmaniyeyê hat diyarkirin ku 131 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi sedan avahî hilweşaiyan .e Li avahiyên hilweşiyayî xebata lêgerîn û rizgarkirina welatiyan didome.    SANCAR DERBASÎ HERÊMA ERDHEJÊ DIBE    Li aliyê din Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re dê li Edeneyê serdanên herêmên erdhejê bike.    RÊYÊN ISLAHIYEYÊ HATINE GIRTIN    Li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê jî her ku diçe bilançoya erdhejê giran dibe û dijwariya hilweşandinê xwe nîşan dide. Tê gotin ji sedî 80 navçeyê hilweşiyeya û xesar dîtiye. Hê jî tîmên rizgariyê nehatine navçeyê. Hê jî xwegihandina navçeyê zor e. Welatiyên navçeyê bi derfetên xwe di bin kavilan de xebata lêgerîn û rizgarkirina welatiyan didomînin.