Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn 2023-02-07 11:09:47   ENQERE - Bi hezaran kes di bin kavilan de li benda xelaskirinê ne. Serokê Kizilayê Kerem Kinik îdia kir ku “pêwendî bi hemû herêman re hatiye danîn.”   Erdhejên li pey hev duh li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbûn bandor li gelek bajaran kir û gelek avahî hilweşiyan. Hejmara kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane gihişt 3 hezar û 381 kesan û 20 hezar û 426 kes jî birîndar bûne. Li gorî daneyên dawî 7 hezar û 840 kes di bin kavilan de sax hatine xelaskirin û tê diyarkirin ku bi hezaran kes di bin kavilan de ne.    Tevî ku li gelek herêmên erdhejê xebatên rizgarkirin û xelaskirinê nehatine destpêkirin jî Serokê Kiziayê Kerem Kinik îdia kir ku “pêwendî bi hemû herêman re hatiye danîn.”