Ji Azerbaycan, Çekya û Îngîltereyê daxuyaniya alîkariyê 2023-02-06 20:13:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Îngîltere, Azerbaycan û Çekya ragihandin ku tîmên alîkariyê şandiye Tirkiyeyê.      Gelek welat jî bo alîkariya erdheja li bajarên bakurê Kurdistanê pêk hat ketin tevgerê. Erdheja ku navenda wê Mereş bû, bi pileya 7.7 pêk hat û li 10 bajaran hat hîskirin. Gelek welatan piştevaniya xwe ya alîkariya bo deverên erdhejê ragihandin.    ÎNGÎLTERE    Wezîrê Karên Derve yê Îngîltereyê James Cleverly ragihand ku wan tîmek ji 76 kesan a rizgariyê bo alîkariyê şandine deverên erdhej lê qewimî ye    ÇEKYA   Çekyayê jî tîmek rizgariyê ya ji 68 kesan pêk tê û bi maşîneyên kar û 4 kuçîkên îkazê ji Balafirgeha Pragê hatine Tirkiyeyê.    B Azerbaycanê jî ji bo piştevaniyê tîmek rizgariyê ji 370 kesan pêk tê şand deverên Tirkiyeyê.