Li Îskenderûnê avahiyên HDP’ê, SP’ê û ÎHD’ê hilweşiyan 2023-02-06 11:54:15   HATAY - Di erdheja Mereşê de li navçeya Îskenderûna Hatayê avahiya HDP’ê, SP’ê û ÎHD’ê hilweşiyan.    Erdheja bi pileya 7,4 li navçeya Bazarcixa Mereşê çêbû, li Edene, Osmaniye û Hatayê jî hate hîskirin. Li Edene, Osmaniye û Hatayê gelek avahî hilweşiyan û gelek kesên di bin xirbeyan de li bendê ne ku bên xelaskirin.    Li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî avahiya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Saadetê (SP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tê de û gelek avahiyên li navçeyê hilweşiyan. Hate hînbûn ku li avahiyan gelek welatî di bin enkazê de mane û tîmên mudaxilekirinê kêm in. Ji ber erdhejê li navend û navçeya Hatayê gelek avahî hilweşiyan û gelek ji wan jî zirar dîtin.     Li Hatayê di pîsta balafirgehê de jî zirareke mezin çêbû. Balafirgeha Hatayê ji ber vê zirarê ji firînan re hat girtin.