Li Amedê maseya krîzê hate avakirin 2023-02-06 09:36:14   AMED - Xebatên lêgerînê yên li bin xerabeyên avahiyên Amedê berdewam in. Ji bin xerabeyên avahiyên li Peyas û Rezanê hilweşiyayîn de gelek kes hatin rizgarkirin. Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê maseya krîzê ava kir.    Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7.4 erdhej çêbû. Ji ber bandora erdhejê, li Amedê jî 7 avahî hilweşiyan. Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, maseya krîzê ava kir. Maseya krîzê têkildarî mijarê daxuyanî da û bang li gel kir ku li qadên kombûnê bisekinin. Maseya krîzê bang li gel kir ku hemû kes ji komên rizgarkirinê re bibe alîkar. Bi domdarî wiha hat gotin: “Kesên dixwazin ji kesên ji erdhejê bibandor bûne bibin alîkar, bila xwe bigihînin Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê.”    Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin xerabeyên avahiyên hilweşiyayîn de didomin. Di encama erdhejê de Apartmana Cengîzler a li devera Tesîsler a navçeya Peyasê hilweşiya. Di apartmana 7 qatî de 24 daîre hebûn û heta niha 5 kes ji bin xerabeyan bi saxî hatin derxistin. Nayê zanîn bê ka çend kes di avahiyê de dijîn lê li gorî agahiyan “rapora nesaxlem e” ya avahiya navborî heye.    10 KES HATIN RIZGARKIRIN   Apartmana Işik ku 8 qat û ji 32 daîreyan pêk dihat a li ser Cadeya Sento ya navçeya Rezanê jî hilweşiya. Di bin xerabeyên avahî de 9 kes ji hêla welatiyan ve û kesek jî ji hêla ekîbên AFAD’ê ve hate derxistin. Xebatên lêgerînê berdewam in. Heta niha jî ji rayedarên dewletê tu kes nehatiye cihê xerabeyan. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajar.    4 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Li navçeya Rezanê Apartmana Akar a 9 qat ku li ser kolana 482’yan bû, hilweşiya. Heta niha 20 welatî ji bin xerabeyên avahiyê hatin rizgarkirin. Li gorî agahiyên nezelal, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên jiyana xwe ji dest dayîn yek jî zarokeke 2 sal û nîv bû.    GEL XEBATÊN RIZGARKIRINÊ DIDOMÎNE   Apartmana Işıklar a li ser Cadeya Îskan Evlerî ya li navçeya Rezanê jî hilweşiya. Heta niha 17 kes ji hêla gel ve hatin rizgarkirin. Her wiha xebatkarên AFAD’ê jî kesek jê sax derxistin. Hat zanîn ku di bin xerabeyan de kesên birîndar hene.