Ozûgûrlû: Girtina balyozxaneyan dibe ku biryara ambargoyê be jî 2023-02-06 09:05:29   STENBOL - Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû diyar kir ku dibe ku girtina balyozxaneyên li Tirkiyeyê ku behsa êrişên muhtemel tê kirin kêrî AKP’ê were û dibe ku ev biryara ambargoyê ya rojava be ku ev demeke ji Tirkiyeyê aciz e.    Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 27’ê çile de hişyarî dabû welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê û diyar kiribû ku dibe li dijî hemwelatiyên wan êrişa bersivdayînê pêk were. Piştî daxuyaniya Balyozxaneya DYA’yê, Hollanda, Almanya, Fransa, Belçîka, Ingilistan û Swîsreyê ji ber sedemên ewlehiyê balyozxaneya xwe yên li Tirkiyeyê bo demekê derbasdar girtin. Van welatan hişyarî da welatiyên xwe û diyar kirin dibe ku li dijî welatiyên wan êriş pêk werin û lewma balyozxaneyên xwe girtin e.    Li ser girtina balyozxaneyan nîqaş zêde bûn. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû tawanbariya “şerê derûnî” li dijî Tirkiyeyê dane destpêkirin li van welatên ku balyozxaneyên xwe girtine kir.   Paşê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê gazî van nûnerên balyozxaneyan kir. Piştî serdana bi nûnerên balyozxaneyan re Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglû jî daxuyanî da û da zanîn u bi zanebûn balyozxane hatine girtin.    Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû girtina balyozxaneyan nirxand.    ÎXTÎMALA ÊRIŞAN    Ozûgûrlû da zanîn ku ew dikare girtina balyozxaneyan bi çend sernavan binirxîne û yek jî van sedeman jî ew e ku beriya hilbijartinê dibe ku hin êrişên muhtemel pêk werin û mafê beşdariya demokratîk a gel ku biçin hilbijartinê were astengkirin û muhtemeliyek din jî ew e ku dibe ku amûrek zextkirinê be jî. Ozûgûrlû diyar kir ku hin ev welat îdia dikin ku wê li dijî navend û cihên olê êriş bên kirin û divê ev yek û îdiaya îstîxbarata êrişan bên lêkolînkirin.    ‘DIBE KU AMBORGAYAN BÎNIN’   Ozûgûrlû bi bîr xist ku her çend di navbera welatên rojavayî û Tirkiyeyê de li ser "ewlehiyê" hevkariyeke nêz hebe jî, nayê zanîn ku agahiyên îstîxbaratê bi Tirkiyeyê re tên parvekirin an na û ev rewş dibe sedema tevliheviyê. Ozgurlu bal kişand ser wê yekê ku ji bilî îhtîmala êrîşê, ji ber pirsgirêkên Tirkiyê yên bi welatên din re îhtimal heye ku welatên rojava biryara ambargoyê danîbin ser Tirkiyeyê. Ozûgûrlû destnîşan kir ku bi taybetî pêvajoya endamtiya Swêdê û Fînlandiyayê ya NATO’yê bûbe sedemê ambargoyan û got: “Dibe ku diceribînin gelo ka AKP dikare li ser desthilatdariyê bimîne an na. Têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê yên vê dawîyê de jî li ber çavan e û ev yek jî awelatên rojava nerehet dike.”   ‘AMERÎKA JI BER MESELEYA HSD’Ê JI TIRKIYEYÊ ACIZ E’   Ozgurlû bal kişand ser wê yekê ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bi awayekî cidî Amerîkayê aciz dike û wiha axivî: "Xaleke din jî ew e ku siyaseta Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê bi taybetî di derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji ya Tirkiyeyê pir cuda ye. Tirkiye HSD’ê ji bo hebûna xwe xeter dibîne an jî weke ‘rêxistineke terorîst’ pênase dike. Lê Amerîka heman pênaseyê nake û Amerîka di wê baweriyê de ye ku HSD ji bo Tirkiyeyê nabe gef. Her çend ew di hin pênaseyan de hevpar bin jî, ew di vê mijarê de cuda difikirin.”   ÎXTÎMALA ÊRIŞA BERIYA HILBIJARTINÊ    Ozûgûrlû anî ziman ku DAIŞ’a ku di şaneyan de tê ragirtin nayê wê maneyê ku êrişan neke û ew bingeha ku DAIŞ ji aliyê gelek saziyên îstixbaratê ve were bikaranîn jî heye. Ozûgûrlû di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye bi taybetî di derbarê şewitandina Quranê de dikare hemû daxuyanî û kirinên rojava bi tevahî berovajî bike. Ji ber vê yekê, heke xebatek wiha bi rastî were plansazkirin, ez difikirim ku dê gelek xalan çalak bike. Her wiha rewşa teqîneke bi vî rengî ya beriya hilbijartinê herî zêde kêrî îktidarê were û wê ji vê sûd bigire. Ev jî mijara nîqaşê ye ku dê kî were sûcdarkirin û kî bibe hedef. Di vê çarçoveyê de divê em pir berfireh û piralî bifikirin.”