Germa kûrewî û qirêjî Gola Wanê dixe metirsiyê 2023-02-06 09:01:04 WAN - Germahiya kûrewî û qirêjî li ser Gola Wanê dibe sedema metirsiyê. Koordînatorê Tora Hêza Xwezayê Osman Erdem got qirêJkirina golê û tunekirina qadên avê siberojê dixe fikaran.    Gola Wanê ku xwedî taybetmendiya xwe ya sodayî ya mezin a cîhanê ye, bi metirsiya tunebûnê re rûbirû maye. Bi salane Gola Wanê bi bermayiyên endustriyel û çopa bajêr tê qirêjkirin. Her wiha kavilên xaniyan ango avahiyan dirêjin qeraxê golê. Her wiha ji ber germa kûrewî ava golê jî kêm dibe. Pispor dibêjin heke germ û qirêjî wiha bidome dê bibe sedema ku gol bikeve metirsiyê û biçike.    GIRÎNGIYA GOLÊ    Koordînatorê Tora Hêzê Dide Xwezayê Osman Erdem diyar kir ku gol hem di warê jiyana kûvî de hem jî di warê pergala avê de xwedî pozîsyonek girîng e. Erdem diyar kir ku berê gol bi baxçeyên fêkiyan hatibû dorpêçkirî bû û wiha got: "Çimkî gol hewaya herêmê nermtir dike. Ya duyemîn jî herêmên bi vî rengî ji bo komkirina karbonê û kêmkirina karbonê ji bo guherîna avhewayê ciheke gelekî girîng e. Xaleke din jî ev e ku ava çeman dikevin golê. Qamîşên ku li deverên ku dirije ji bo jîngeha kûvî yanî sewalên biyanî gelek girîng e. Gelek sewalên biyanî xwe li derdora golê û di zikê golê de xwe xwedî dikin. Heke gol bikeve talûkeyê em ê zêdetir winda bikin. Her wiha gol di warê tûrîzmê de xaleke girîng e. Gol nirxê herêmê zêde dike. Qirêjkirina golê û tunekirina qadên avê siberojê dixe fikaran.”   BANGA TEVDÎRÊ   Erdem anî ziman ku li derûdorên golê 36 qadên avî hene û ew qad gelek girîngî û binirx in û banga xwedî derketin û tevdîrên ji Gola Wanê kir û got divê her kes ji bo golê hestiyar tevigere.