ROJEVA 6'ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-06 09:00:10     * Rojnamevanê îtalî Enrico L. Forgia paradigmaya Abdullah Ocalan wek “rêya dawî ya ku diçe sosyalîzmê” pênase kir û got: “Em felsefeya Ocalan wek ramanek gerdûnî dibînin. Lewma em daxwaza azadiya wî dikin.”    * Parêzer Nedîm Sarisaç diyar kir ku mafê jiyanê yên girtiyan ji destê wan hatiye girtin û çareserî dikare bi sepandina qanûnan pêk were.    * Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got: “Em neçarin li daxwazên girtiyan guhdar bikin.”    * Rojnamevan Mûsa Ozûgûrlû diyar kir ku dibe ku girtina balyozxaneyên li Tirkiyeyê ku behsa êrişên muhtemel tê kirin kêrî AKP’ê were û dibe ku ev biryara ambargoyê ya rojava be ku ev demeke ji Tirkiyeyê aciz e.    * Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê parêzer Ahmet Taş anî ziman ku çalakiya edaletê ya Malbata Şenyaşar 700 roj li pey xwe hişt û got: “Ji bo daxwaza malbatê bi cih were divê hemû kes destê xwe yê piştgiriyê dirêj bike.”    * Derbarê jinên Botanê ku di 25’ê Mijdarê de li Cizîrê hatibûn binçavkirin û polîsan tundî li wan kiribûn, lêpirsîn hat destpêkirin. Jinan got: “Em ne ji dadgehên wan û ne jî ji lêpirsînên wan ditirsin. Em bi hêz dibin û têkoşîna xwe mezin dikin."    * Germahiya kûrewî û qirêjî li ser Gola Wanê dibe sedema metirsiyê. Koordînatorê Tora Hêza Xwezayê Osman Erdem got qirêJkirina golê û tunekirina qadên avê siberojê dixe fikaran.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 700’emîn de berdewam bike.    * Hûrgiliyên erdheja ku li Mereş û Dîlokê rû da û li gelek bajarên derdorê bû sedema xisar û mirinê wê werin şopandin.    * HDP'ê, ji ber erdheja çêbûyî meşa li navçeya Geverê ku bi dirûşmeya “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” da îro destpê bike betal kir û dê têkildarî wê daxuyaniyê bide.  (09.30)   * Danişîna Doza Sereke ya JÎTEM’ê 6’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * HDK, HDP, TJA, DBP û BMG têkildarî meşa ku dê bi dirûşmeya “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ji Stenbolê bidin destpêkirin, wê li ber avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê daxuyanî bê dayîn. (12.00)    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê di roja 700’emîn a Nobeta Edaletê de serdana malbata Şenyaşar bikin. (12.00)   * ÎHD, wê rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Giresûnê de amadekirî wê li Navenda Giştî ji rayagiştî re parve bike. (12.00)