Li Rihayê 16 avahî hilweşiyan: 10 mirî, 110 birîndar 2023-02-06 06:37:23   RIHA - Li Rihayê ji ber erdhejê 16 avahî hilweşiyan. Li gor agahiyên destpêkê 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û 110 kes jî birîndar bûne.    Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5'an du erdhej çêbûn. Erdhejên li ser hev çêbûn, bandorê li gelek bajarên herêmê kirin. Li Rihayê, li gor agahiyên destpêkê 16 avahî hilweşiyane û 10 kesên di bin kavilên avahiyan de mane jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku 110 birîndar jî ji bin kavilan hatine derxistin û gelek kes jî hê di bin kavilan de ne.