Li Amedê trafîk xitimî: Ji bo hestyariyê bang li gel hat kirin 2023-02-06 06:06:54   AMED - Li Amedê ku piştî erdhejê avahî xera bûn, ji ber xitimandina trafîkê ekîbên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin kavilan.    Li Bazarcixa Mereşê bi pileta 7.8'an erdhej çêbû. Erdhejê bandor li gelek bajarên herêmê kir. Li Amedê gelek avahî xerabûn. Li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr û navçeya Rezanê ya Amedê gelek avahî hilweşiyan. Hat diyarkirin ku li semta Tesîslera ya navçeya Rezanê avahiyeke 7-8 qatî xera bûye. Hat hînkirin ku heya niha ji bin kavilên avahiyê 4 birîndar hatine rizgarkirin û gelek kes jî hê di bin kavilan de ne.    Hat diyarkirin ku ji ber liv û tevgera wesayîtan, xebatên rizgarkirinê bi derengî dikevin.    Welatiyên li herêma kavilan, ji ber zêdebûna trafîkê bang li gel kirin ku hesas bin.