Hevseroka Giştî ya Partiya Çep hat serdana DBP’ê 2023-02-05 14:44:02   AMED - Hevseroka Giştî ya Partiya Çep a Alman Janine Wissler li Amedê bi Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz re civiya.    Hevseroka Giştî ya Partiya Çep a Alman (Die Linke) Janine Wissler û Parlamenterê Partiya Çep Hakan Taş bi mebesta çendek hevdîtinan hatin Amedê. Wissler û Taş çûn serdana Buroya Şêwirmendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA).    SERDANA DBP’Ê    Şande ji ewil çû serdana DBP’ê û ji hêla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz ve hate pêşwazîkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Çep di serdanê wiha got: “Serdana DBP’ê ji bo me girîng bû. Ji bo ku we em qebûl kirin, spasiya we dikin.” Wissler, da zanîn ku ji bo piştevaniyê û nirxandina hatine.    'BILA TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN’   Di hevdîtinê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bal kişand ser binçavkirin, girtin û zextan û ev tişt anî ziman: “Her roj operasyonên qirkirina siyasî tên kirin. Li her çar aliyên Kurdistanê şer hatiye destpêkirin, çekên kîmyewîn tên bikaranîn û em belge û dîmenên wan dibînin. Pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser nakin û sedema vê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Sedema tevahiya krîzên civakî û siyasî tecrîd e. Birêz Ocalan ji bo çareserkirina van pirgirêkan xwedî perspektîfa çareseriyê ye. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û nêrînên birêz Ocalan bigihijin gel, gelê kurd û dostên wan li her deverê çalakiyên girseyî li dar dixin. Dewlet jî dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi tecrîdê didomîne. Bi rêya tecrîd û tesfiyeyê îşkenceyê li gelê kurd dikin.”    Bi domdarî Aydenî wiha got: “Tecrîd, sûcekî navneteweyî ye. Dewletên ku di komploya navneteweyî de cih girtin, bi bêdengiya xwe dibin şirîkê tecrîdê. Hat ragihandin ku CPT’yê bi birêz Ocalan re hevdîtin nekiriye û vê jî fikarên me zêdetir kirin. Lewma jî gelê kurd CPT’yê weke saziyeke serbixwe nabîne. Gelê kurd vê tecrîd û îşkenceyê qebûl nake lewma jî têkoşîna xwe didomîne. Ne tenê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re, lê gelê kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî jî têdikoşin.”    Wissler piştre jî çû serdana TJA’yê. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî hate kirin.