Li Serhedê bandora berfê: Rêya hezar û 385 gundan hate girtin 2023-02-05 14:26:24   WAN - Ji ber barîna berfa zêde ya li bajarên Herêma Serhedê, rêyên herî kêm hezar û 385 gundan hatin girtin.    Li bajarên Serhedê pileya germahiya hewa di bin sifirê de ye û bênavber berf dibare. Rêyên gelek navçe, navend, gund û mezrayan hatin girtin. Hat zanîn ku heta niha herî kêm rêyên hezar û 385 gundan hatine girtin. Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji ber şert û mercên nebaş ên hewa li seranserî bajêr rêyên 272 tax û mezrayan hatine girtin. Di heman demê de hat ragihandin ku rêya navçeya Mîksê ji ber xetereya aşûtê ji hatin û çûnê re hatiye girtin.    Li gorî agahiyên Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhestinê; li Colemêrgê jî ji ber barîna berfa zêde rêyên 59 gund û 181 mezrayan hatine girtin. Li Mûşê jî berfeke zêde bariya û heta niha rêya 298 gundan hatine girtin. Di heman demê de li Bedlîsê jî ji ber berfê rêyên 302 gundan hatine girtin. Li bajarê Erziromê jî ji ber berf û bagerê rêyên 83 gundan, li Qersê rêyên 16 gundan û li Agiriyê jî heta niha rêyên 174 gundan hatine girtin.    Berfê, bandoreke zêde li bajarên Erdexan û Îdirê jî kir lê belê nayê zanîn bê ka li bajarên navborî jîngehên ku rêyên wan hatine girtin hene yan na.