Malbata Şenyaşar: Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye 2023-02-05 13:08:28   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 699’an çalakiya Nobeta Edaletê de ev peyam da: “Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê ya malbatê îro di roja 699’an de berdewam kir.    ‘DÊ EDALET DÎSA WERE’   Di dawiya hefteyê de edliye girtî ne lewma malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Hêza dewletê heye ku hiqûq, edalet û wekheviyê pêk bîne. Parlamenterî, pîşeyek nîne. Dê parlamenterî sibe xelas bibe û edalet dîsa were! Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye. Em ji bo her kesê xwedî li vê doza me ya mirovahiyê derketin minetdar in.”