Seferên keştiyan ên Stenbolê hatin betalkirin 2023-02-05 12:19:42   STENBOL –ÎDO û Şîrketa Anonîm a Xetên Bajar ragihand ku ji ber rewşa nebaş a hewa, çendek seferên keştiyan betal kirine.    Şîrketa Anonîm a Xetên Bajar li Stenbolê bi sedema rewşa nebaş a hewa, seferên di navbera Avcilar-Bostanci, Avcilar-Bakirkoy-Yenîkapi-Kadikoy, Bostanci-Moda-Kadikoy-Kabataş, Uskudar-Aşiyan, Maltepe-Adalar û Beşîktaş-Adalar betal kirin.    Otobusên Behrê yên Stenbolê (ÎDO) jî li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek a û da zanîn ku sefera keştiyê ya saet 08.30’an a Bursa-Yenîkapi-Kadikoyê, ya saeta 08.30’an a Bandırma-Yenîkapi-Kadikoy û ya 11.15’an a Kabataş-Kadikoy-Yenîkapi-Bursayê ji ber şert û mercên xerab ên hewa hatine betalkirin.