Dosyayên ku AYM’ê gotibû ‘binpêkirin tune ye’ birin DMME’yê 2023-02-05 10:15:14 ŞIRNEX - Piştî biryara AYM’ê ku digot “binpêkirin tune ye”, Mehmet Tunç û Asya Yuksel jî di nav de OHD’ê ji bo dosyayên 6 kesên di dema qedexeyên derketina derve de hatibûn qetilkirin serî li DMME’yê da.    Di navbera salên 2015 û 2016’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê qedexeya derketina derve hate ragihandin û gelek kes hatin qetilkirin. Pêvajoya hiqûqî ya têkildarî kesên hatine qetilkirin didome. Di dema qedexeyan de zarok jî di nav de bi giştî 288 kes hatin qetilkirin. Ji van 177 kes jê di jêrzemîna lê asê mabûn hatin şewitandin û qetilkirin. Ji bo serlêdanên kesên di jêrzemînê de hatibûn qetilkirin biryara “Neşopandinê” hatibû dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî heta demekî ji bo hinek serlêdanan biryar da.     Ji bo Heserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel û Yasemîn Çikmaz, Serdar Ozbek, Mehmet Benzer û Bîşeng Kolanç bi sedema “Binpêkirina mafên azadî û ewlehiyê”, “Binpêkirina serlêdana şexsî” û “Binpêkirina mafê qedexeya miameleya xerab, jiyana taybet, mafê jiyana malbatî û binpêkirina mafê azadiya ol û wijdanê” serî li AYM’ê hatibû dayîn. AYM’ê ev serlêdan di 7’ê tîrmeha 2022’yan de red kir û biryara xwe ya dawî jî di 4’ê mijdarê de da. AYM’ê îdia kir ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin, bikaranîna hêza kujer neçarî bû û mimkin nîne ku peywirdarên di van bûyeran de cih girtine bên tespîtkirin.    SERLÊDANA JI BO DMME’YÊ   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku pêvajoya serlêdanê ya gelek kesan dimeşîne, piştî ku rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bûn, di 3’yê sibatê de bo 6 kesan bi sedema “Binpêkirina mafê jiyanê” û “Lêpirsîneke bi bandor nehate kirin” serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.    Parêzera Bîşeng Kolanç, Newroz Uysal têkildarî pêvajoyê bi ajansa me re axivî.    SERLÊDANA JI BO AYM’Ê   Uysal, da zanîn ku biryara AYM’ê ya di 4’ê mijdara 2022’yan de ji bo kesên di jêrzemînan de hatine qetilkirin dabû, nêzikatiya dewletê ya hiqûqê ya giştî nîşan dide û wiha got: “Ev biryar di heman demê de ji bo kesên di jêrzemîna duyemîn de jiyana xwe ji dest dane jî hate dayîn. Di vê dosyayê de ji bo 6 kesan biryar hate dayîn. Ev kes jî Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Yasemîn Çikmaz, Serdar Ozbek, Mehmet Benzer û Bîşeng Kolanç in. Dosyaya her yek ji wan cuda bû lê AYM’ê bi sedema ku li heman cihî jiyana xwe ji dest dane, dosyayên wan kir yek dosya. Piştre jî du nirxandinên cuda kir. Ji deverên din ên qedexe lê hatiye ragihandin cudatir, li sê deverên ku weke ‘jêrzemîn’ tên pênasekirin ên Cizîrê komkujî hatin kirin. Dema qedexeya derketina derve didomiya de, hevalên me yên parêzer piştî 20’ê çileyê hem ji bo AYM’ê û hem jî ji bo DMME’yê bi daxwaza ‘tevdîrê’ serlêdan kiribûn. Gelemperiya van daxwazan hatin redkirin. Di dosyayên bo wan biryara tevdîrê hatibû dayîn jî gelemperî jê bi mirinê biencam bûn. Tenê ciwana bi navê Helîn O. karî rizgar bibe.”   'BIRYARÊN AYM’Ê NE LI GORÎ HIQÛQÊ NE’   Bi domdarî Uysal anî ziman ku dema pêvajoya didomiya tevahiya dosyayên tevdîrê li pêşiya AYM’ê disekiniyan û wiha domand: “AYM’ê gotibû ku wehamet û girîngiya mijara behsa xeberê berçav girtine lewma dosya domandine. Weke OHD’ê derheqê van kesan de nêzî 120 dosya hebûn ku me dişopandin. Piştî pêvajo temam bûn, em careke din çûn AYM’ê. Ev jî serlêdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya ji bo encamê bû. Ji ber ku dozgeran biryara neşopandinê dabûn û îtîrazên me yên li dijî biryara neşopandinê jî hatibûn redkirin. Hem ji ber binpêkirina mafê jiyanê, hem ji ber ku lêpirsîneke bibandor nehatibû kirin û hem jî dewletê nedixwest tiştên hatine kirin eşkere bibin, me dîsa serî li AYM’ê da. Ev demekî dirêj bû li wir disekiniyan. Me biryara xwe ya ewil di dawiya sala 2017’an de biribû AYMM’ê. Biryara ewil a Bîşeng Kolançê bû lewma di dosyayan de biryara yekkirinê dan. Biryara AYM’ê hem ji bo parêzerên ku dosya dişopandin û hem jî ji bo hiqûqnasên di vê qadê de dixebitin biryareke pir nebaş bû. Biryareke ne hiqûqî, ne li gorî mafên mirovan, biryareke polîtîk ku îdiayên dewletê esas digire, qedexeyên derketina derve berevajî dike û bi helwesta ku dewletê pak derxîne bû.”    'DAXUYANIYÊN SAZIYÊN FERMÎ ESAS HATIN GIRTIN’   Di berdewamê de Uysal anî ziman ku biryara AYM’ê ya di 4’ê mijdara 2022’yan de ji 206 rûpelan pêk dihat û wiha pê de çû: “Helwesta AYM’ê hêj ji destpêkê ve, helwestekî ku sedemên usûlî zêde esas digire û sedemên usulî didane pêşiya esasê bû. Tişta ku di gelek aliyan de zehmetî derxistin jî ev helwest bû. Di biryara xwe de du xal esas girtibûn. A yekemîn; kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayîn weke kesên bûne sedema qedexeya derketina derve hatibûn nirxandin. Ev yek jî li ser Mehmet Tunç û Asya Yuksel nirxandibû. Ya din jî hemû kesên ku ‘teslîm’ nebûn û li ber xwe dayîn weke milîtanê rêxistinê nirxand. Bêyî ku bikeve nava hûrgiliyên qetilkirina van kesan, anku ji bo tiştên li jêrzemînan qewimîn çarçoveyeke razber çêkir û digot; ‘dewletê planek çêkir, operasyon kir û dema ev dikir jî her cureyên tevdîrê girt.’ Dema ev çarçove xêz kirî jî daxuyaniyên walîtî, qeymeqamtî, midûriyeta emniyetê û giştînameyên wezareta karên hundir esas girt. Lewma jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane got; ‘dewletê di çarçoveya mafê parastina rewa de kuştine’ û biryara binpêkirinê neda.”    PIRSÊN KU DIVÊ BÊN BERSIVANDIN   Uysal, got ku ji destpêka lêpirsînê heta niha hemû pirsên wan bêbersiv hatine hiştin û ev tişt anî ziman: “Li gel ku navnîşanên kesên hatine qetilkirin dizaniyan jî, çima bi çekên giran bombebaran kirin? Avahiya bi hejmara 7 a li Kolanê Mîranê çawa bi temaî hilweşiya? Di tevahiya dosyayan de îdiaya pevçûnê tê kirin. Heke tiştekî wisa hebe jî, li hêla din peymanên navneteweyî û hiqûqa mirovî heye. Berpirsyariya ku divê çek li gorî hêzê were bikaranîn heye. Lê li dora Cizîrê tank bi cih kirin û bi rojan topbaran kirin. Hat îdiakirin ku bombeavêj û çekên lavê hatine bikaranîn. Gelemperiya cenazeyan şewitî bûn. Gelo ev çawa şewitîn? Em dizanin ku destwerdan li şewatê nekiribûn.”    PÊVAJOYA DMME’YÊ    Parêzer Uysal, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî ku AYM’ê biryara redkirinê da, me bi sedemên ‘Binpêkirina mafê jiyanê’ û ‘Lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin’ serî li DMME’yê da. Li dijî biryara AYM’ê, demekî bi qasî 4 mehan li pêşiya me hebû. Me îro (3’yê sibatê) her 6 dosyayên xwe ji DMME’yê re şandin. Em li bendê ne ku DMME biryareke berevajî biryara AYM’ê bide. Ji bo birayrên tevdîrê DMME’yê biryara lêkolînê dabû û di mijdara 2018’an de danişîn jî li dar xist. Em jî tev li bûbûn. Ev yek bo mirovan bûbû hêvî. DMME’yê ev weşheta li vir hatiye jiyîn dît û girîngî pê da. Hêviyeke wisa çêbûbû ku dê dewleta were darizandin û Tirkiye ji ber binpêkirinên mafên mirovan bê darizandin. Bi ser re 3 sal derbas bûn. Em dîsa diçin DMME’yê û pêvajoyê jinûve didin destpêkirin. Ev nêzikatiyên dadgehan ên ji hiqûqê dûr û hêviya mirovan têk dibin, bi têrî vegotina wehşeta li vir hatiye kirin nake. Em nizanin bê ka DMME biryareke çawa bide. Lê ji bo ku hesaba hiqûqî ya vê wehşetê were pirsîn, em ê vê pêvajoyê jinêzve bişopînin.”