Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin 2023-02-05 10:14:13   STENBOL - Besîme Koncayê diyar kir ku komploya navdewletî niha li dijî "Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê" ku ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya gelên cîhanê çareseriyê di xwe de dihewîne didome û got: "Têkoşîna jinan, têkoşîna temamkirina 'projeya jiyanê ya nîcvomayî' ya Rêbertiyê ye."    Komploya navdewletî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi awayî fiîlî di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derketina ji Sûriyeyê ya Ocalan dest pê kir, ket sala 24'an. Gava Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin kurd li her darî daketin qadan, nexasim jî jin. Abdullah Ocalan ku ji bo jiyaneke li ser asasên jinê di 8'ê Adara 1998'an de bi perspektîfeke nû hîmên Bîrdoziya Rizgariya Jinê danî, rêya rizgariya ji serdestiya mêr da ber jinan. Her wiha "Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê" ku Ocalan ew li girtîgehê pêş ve xist, bû bîrdoziya sereke ya têkoşîna azadiya jinê. Siyasetmedar Besîme Koncayê komploya navdewletî, armanca komployê û têkoşîna gelê kurd û jinan a li dijî komployê nirxand.    ‘BANDORÊ LI TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN KIR'   Koncayê diyar kir ku komploya navdewletî ji aliyê welatên ewropa û NATO'yê ve di şexsê Abdullah Ocalan de li hemberî gelê kurd hatiye kirine û got ku gelê kurd jî 24 sal in li dijî vê komployê li ber xwe dide. Koncayê anî ziman ku gelê kurd û dostên wan berxwedaneke bêhempa nîşan dane der û ji bo vê berxwedanê ev tişt gotin: "di pêvajoya komployê de bi dehan mirov xwe şewitandin. Her wiha li çar hawirdorên Kurdistanê û li Ewropayê kurdan bi berxwedaneke topyekûn komployê protesto kirin. Komployê tenê bandor li gelê kurd nekir. Bû destpêka şerê li Sûriyeyê ku 12 sal in didome. Bi vê pêvajoyê re trajediya li Sûriyeyê rû da, bandor li jiyana bi milyonan kesî kir. Yanî ev pêvajoyê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn kir."    Koncayê bal kişand ser "Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê" ya Abdullah Ocalan ku di şert û mercên tecrîdê de ew pêş xistiye û got ku ev paradîgma ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriyê berpêş dike. Koca wiha axivî: "Komplo, li hemberî paradîgmaya azadiya jinê ku birêz Ocalan ew pêş xistiye û destkeftiya herî mezina  Rojhilata Navîn e. Îro li Îranê nêzî 4 meh in bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê berxwedaneke heye. Ev berxwedan ronahiya felsefeya Abdullah Ocalan e."    ‘ROJAVAYÊ KOMPLOYÊ PÛÇ KIR'   Koncayê bal kişand ser rol û rista jinê ya di têkoşîna diyarkirina çarenûsa gelê kurd de û got ku ji pêşengên ewil ên Tevgera Jina Kurd Sakîne Cansiz di her qadê de têkoşîneke cidî daye der. Koncayê destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinê pêvajoyeke şoreşgerî rû dide û got: "Jin, li Rjavayê li dijî feraseta DAÎŞ'ê jiyaneke ekolojîk, komunî û kolektîf ava kirin. Ev bû hêla herî mezin a pûçkirina komployê. Jin, bi berxwedanê û bi bedêlan paradîgmaya azadiyê ava kirin. Tevahiya cîhanê ji bo trajediya hat serê jinên êzidî û kurd xwe li bêdengiyê danî, lê jinên ku vê zilmê qebûl nekirin li ber xwe dan. Yanî jinên kurd hem mexdûrê vê pêvajoyê hem jî berxwedêrên wê ne."    PROJEYA ABDULLAH OCALAN   Koncayê nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê paradîgmaya azadiya jinê de bibîr xistin û got: "Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinê gotibû 'projeya min a nîvcomayî.' Ji bo temamkirina vê projeyê bang li jinan kiribû. Îro ro têkoşîna jinan, têkoşîna temamkirina 'projeya jiyanê ya nîcvomayî' ya Rêbertiyê ye. Û ez dikarim bibêjim ku jin di vî warî de jî bi ser ketine û hêleke komployê pûç kirine."    AVAKARÊ ŞOREŞÊ   Koncayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku pênaseya "Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e" pênaseyeke kêm e û got: "Abdullah Ocalan tenê ne rêberê gelan, hatiye asta pênasekirina 'roja' ku jinûve li Rojhilata Navîn hiltê. Şoreşa Rojavayê bi vî awayî, tecrîdê pûç kiriye û rêberê enternasyonalîst Ocalan ji bo tevahiya gelên cîhanê kiriye hêvî. Ocalan, avakarê şoreşa jinê ya ekolojîk e."    BERSIV DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ BE   Koncayê destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan her diçe kûrtir dibe û got ku 22 meh in tu xeber jê nayên girtin. Koncayê bal kişand ser bangawaziyên rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafan ên ji bo ku Abdullah Ocalan sûdê ji mafên hiqûqî bigire û serdana CPT'yê ya dawî. Koncayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîna pir bihêz divê û got: "Di demên dawî de HDP, TJA û hin saziyên din ketine nava hin hewldanan. Lê divê muxalefet hîn bêtir xwedî lê derkeve. Nobeda Edaletê ya HDP'ê û meşa ku dê ji Gever û Qoserê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin pir girîng in. Li Ewropayê jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Xebatên 'Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan' û hewldanên Tevgera Jina Kurd ku ji gelan re komployê vedibêje û ji bo wê pûç bike tevdigere, pir hêja ne. Lê ji bo rakirian etcrîda mutleq û azadiya fîzîkî, divê derdorên demokratîk hîn bêtir xwedî li vê têkoşînê derkevin."    MA / Esra Solîn Dal