Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin 2023-02-05 10:11:36 AFYON - Otobusa ku ji Amedê diçû Bodrumê li navçeya Dînarê wergeriya. Di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.    Otobusa ku ji Amedê diçû Bodrumê, li derdora Haydarli ya Dînar a Afyonkarahîsarê wergeriya. Qeza li Xaçerêya Karabedîrê çêbû û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn. Li cihê bûyerê gelek ambulans û komên agirkujiyê, AFAD û polîsan hatin veguhestin. Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên Dînar, Afyonkarahîsar û nexweşxaneyên li derdorê.    DAXUYANIYA WALÎTIYÊ    Walîtiya Afyonkarahîsarê jî têkildarî qezayê ev daxuyanî da: “Dema ku otobusa rêwiyan (2 murettabat û 40 rêwî) a ji Amedê ber bi Bodrumê ve diçû, ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir û wergeriya. Tavilê li cihê bûyerê ambulans û komên cendirme, agirkujiyê û AFAD’ê hatine veguhestin. Di qezayê de 8 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 35 jî birîndar bûn. Kesên birîndar li nexweşxaneyên herêmê hatine sewqkirin û tedawiya wan didome.”