ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-05 09:00:43   * Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker têkildarî delegasyona navneteweyî ya li dijî tecrîdê ku serdana Amedê kiribû anî ziman ku dê têkoşîna wan a hevbeş bidome û got: "Em ê di asta navneteweyî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û her tiştê pêwîst bikin da ku ev pêvajo bi dawî bibe.”   * Hevserokê OHD yê Şaxa Rihayê û parêzerê malbata Şenyaşar Îbrahîm Halîl Oyke der barê yekkirina dosyeyên malbata Şenyaşar de anî ziman ku daxwaza wan ji destpêke ve ev bûye û got: “Bi vê yekê darizandin wê ji nû ve destpê bike. Fadil 5 sal in girtiyê, êdî ragirtina wî dema maqûl derbas kir. Ji ber vê yekê divê Fadil Şenyaşar bê berdan.”   * Malbata Şenyaşar 700 roj in li ber Edliyeya Rihayê jib o edaletê nobedê digire. Dayik Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar tevî sir û seqama zivistanê, germa havînê û 10 dozên li wan hatine vekirin jî bênavber çalakiya xwe didomînin. Tekane daxwaza dayik Emîne Şenyaşarê berdana lawê wê yê girtî û edalet e.    * Qoser li benda meşvanên xwe ye ku dê bi dirûşmeya "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" ber bi Gemmlîkê ve bimeşin. Siyasetmedarên li bajêr gotin ku ew ê bi vê meşê tecrîdê bişikînin.    * Besîme Koncayê diyar kir ku komploya navdewletî niha li dijî "Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê" ku ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya gelên cîhanê çareseriyê di xwe de dihewîne didome û got: "Têkoşîna jinan, têkoşîna temamkirina 'projeya jiyanê ya nîcvomayî' ya Rêbertiyê ye."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 699’an de berdewam bike.    * “Konferansa Komara Demokratîk” a HDP’ê dê li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya Stenbolê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.00) ZINDÎ   * Rêxistina ESP’a Amedê dê li Şaxa SES’ê ya Amedê bi sernavê “Têkoşîna yekbûyî ya li dijî polîtîkayên zext û tecrîdê yên li girtîgehan” panelekê li dar bixe. (13.00)   * Bi tevlibûna MA TUHAY-DER, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica û ji xizmên girtiyan Fînce Akman dê li avahiya komeleyê bi sernavê “Tecrîd û binpêkirinên mafan” panel were lidarxistin. (14.00)   * Şanoya Bajêr a Amedê dê lîstika xwe ya Dek û Dolabên Scapen ji bo piştevaniya bi kampanyaya “Xizîneya me gelê me ye” ya HDP’ê pêşkeş bike. (19.30)