Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma 2023-02-04 14:47:21   MÊRDÎN - Li Mêrdînê jî berfê lê kir û rê li çûnehatê hatin girtin. Tevî hişyariya metorolojiyê jî qeyûm tu tevdîr negirtin û rê hatin girtin û welatî li rawestgehan asê man.    Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê ji serê sibehê ve berf dibare. Bi barîna berfê re bajêr spî bû. Çend rojên dawî bû metoroliyê hişyarî dida rayedarên bajaran ku dê berg bibare û divê her kes tevdîrên xwe bigire. Tevî vê hişyariya metorolojiyê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, Şaredariya Artûklû ya AKP’yî û Midûriyeta Rêyên Bejahiyê ya Herêmê li gel hişyariyan jî tu tevdîr negirtin û ji ber vê bêtevdîriyê kolan û cade ji ber berfê li trafîkê hatin girtin.    WELATÎ DI RÊYAN DE ASÊ MAN    Li Cadeya 1’emîn a Dîrokî ya li Mêrdînê ji ber ku xwê nehat reşandin, li çûnehatê hat girtin. Rêya navbera Qoser û Mêrdînê jî bi heman rêbazê yanî ji ber ku rê nehat xwêkirin û paqijkirin, hat girtin. Welatî li ser rêyan û rawestgehan asê man.    Ji ber trafîk çêbû, polîsan rêya Mêrdîn-Qoserê li trafîkê girt. Wesayîtên welatiyan û maşîneyên paqijkirina berfê jî di rê de asê man. Ji ber girtina rê polîsan xwe li welatiyan hêrs kir. Di navbera polîs û welatiyan de nîqaş derketin.