Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn 2023-02-04 14:40:52   AMED/ÊLIH - Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren ê di sala 1991’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate binçavkirin û pişt re cenazeyê wî hate dîtin pirsîn.    Malbatên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 730’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya ku wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin. Di çalakiyê de faîlên Cemal Geren ê di 10’ê sibata 1991’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn.     Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku zêdeyî 15 sal in ew bi malbatên windakiriyan re li Parka Koşûyolû ya Amedê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û got: “Di her şert û mercî de, di berfê de, zivistanê, germa havînê de daxwazên malbatên me, xizmên windayan, rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafan yek in. Yekane daxwaza me ew e ku em kuştinên kiryarên nediyar û windayên di destpêka salên 90'î de li Tirkiyeyê rû dane ronî bikin, bi paşerojê re rû bi rû bimînin û edalet ji nû ve bê pêkanîne. Heta ku cînayeteke bi tenê ya kiryarên nediyar nehatibe ronî kirin bimîne, wê ev daxwaza me bidome.”   Pişt re Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Cemal Geren ê di sala 1991’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate binçavkirin û pişt re cenazeyê wî hate dîtin xwend.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH    Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û malbatên windakiriyan ji bo çalakiya xwe ya 566’emîn a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li Cadeya Gulistanê hatin cemhev. Di çalakiya ku wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin de rêveberê ÎHD’ê Yûnûs Bagiş axivî. Bagiş, anî ziman ku ji sala 1995’an ve têkoşîna Dayikên Şemiyê didome. Bagiş, diyar kir ku her êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê wê di wijdan û mejiyê civakê de tavilê bê şermezarkirin û got: “Ev biryarên qedexeyê yên li dijî Destûra Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û hiqûqa dozê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, eger li dadgehên neteweyî nebe, wê teqez li dadgehên navneteweyî bên cezakirin.    EM Ê BIBIN DENGÊ HEQÎQETÊ   Em careke din diqîrin ku Dayikên/Mirovên Şemiyê wê tu carî dest ji lêgerîna windayên xwe yên di binê çavan de û daxwaza edaletê bernedin. Weke parêzvanên mafên mirovan em ê her tim bibin deng û nefesa daxwazên Dayikên Şemiyê yên ji bo heqîqet û edaletê.”    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.