Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan 2023-02-04 13:16:53   AMED - Ramazan Ozyîgît ê di lîsteya nexweşên giran a ÎHD’ê de cih digire piştî ku 30 sal cezayê lê hatiye birîn qediya, hate berdan.    Ramazan Ozyîgît ê di lîsteya nexweşên giran a Komeleya Mafên Miroan (ÎHD) de cih digire piştî 30 salan hate berdan. Ozyîgît ê li Girtîgeha Tîpa K-1 A Dep a Xarpêtê hate berdan, di sala 1993’yan te hate binçavkirin. Ozyîgît ê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê hefsê yê muebbetê lê birî di vî demî de li Girtîgehên Wan, Hayat û Erziromê de hate ragirtin. Ozyîgît ê di vê pêvajoya girtinê de 7 caran emeliyat bû bi nexweşiyên weke, şekir, tansiyon, pirsigirêkên guh gelek nexweşiyan re têdikoşe.    ATK BÛ ASTENG    Ozyîgît di demên dawî de gelek caran birin nexweşxaneyê. Ozyîgît ê ji ber nexweşiyên xwe nedikarî pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bike, bi alîkariya hevalên xwe li girtîgehê dijiya. Ozyîgît ê ji ber nexweşiya wî pêş ve çû li nexweşxaneya lê dima rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” wergirt, ji ber rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “dikare di girtîgehê de bimîne” nedihat berdan.    Ozyîgît ku piştî cezayê hefsê yê lê hatiye birîn xelas kir, hate berdan li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Ozyîgît û ferdên malbatê pişt re ber bi Hezexê ve bi rê ketin.