Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin 2023-02-04 09:51:40 WAN - Derhênerê îranî Jafar Panahî ku 7 meh berê ji aliyê rejîmê ve hatibû girtin û hefteyek berê dest bi greva birçîbûnê kiribû, bi şert hat tehliyekirin.    Derhênerê îranî Jafar Panahî yê bi navûdeng di 11’ê tîrmeha 2022’yan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi îdiaya “li dijî pergalê prpoganda kiriye” hatibû girtin. Panahî hefteyek berê li dijî zextan û neheqiya lê hatiye kirin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiya greva birçîbûnê du roj şûnve bi awayek bişert hat berdan. Panahî yê ji girtîgehê hat berdan li ber girtîgehê daxuyanî da û got: “Bi sedan mirovên wek Ferhat Meysamî di girtîgehê de tên ragirtin, ez ê çawa bextewar bim. Ez ji hemû girtiyan re azadî dixwazim.”