Li Rojhilat û Îranê zexta darazê 2023-02-03 12:41:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kirin, berdewam dikin. Hat ragihandin ku daraza rejîma Îranê zextan li ser aktîvîstan û muxalîfan dike.    Piştî kuştina aktîvîsta kurd Jîna Emînî, li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê di 16’ê îlona 2022’yan de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” xwepêşandanan dest pê kir û xwepêşandan bênavber berdewam dikin. Daraza rejîma Îranê jî zextên li ser aktîvîstan, rojnamevanan û aliyên muxalîf û kesên xwedî bawerî û netewên cuda zêde kiriye. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan ên Îranê, tenê di mehek dawî de li eyaletên Sistan û Belucistanê 367 welatiyên kurd û belucî hatine girtin. Hat diyarkirin ji girtiyan ên navê wan eşkere bûye 12 heb jin in.