Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin 2023-02-03 10:07:19 MÊRDÎN - Li ser gilîkirina fermanderê tirk Mûsa Çîtîl derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal ceza hatibû birîn. Dadgeha Îstînafê ceza xera kir û biryara beraetê da.    Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Cendirmeyan Mûsa Çîtîl ê ku sewqî teqawîdiyê hatiye kirin, giliyê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal kiribû. Bi îdiaya “kesên ku ditêkoşîna bi terorê re cih girtine hedef daye nîşandan” derbarê Kanbal de doz hat vekirin. Ji dozê salek û 3 meh ceza li Kanbal hatibû birîn. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê ceza li Kanbal birîbû û parêzerê wî Erdal Kuzu ceza veguhest Dadgeha Îstînafê ya Îzmîrê. Dadgeha Îstînafê diyar kir ku biryara dadgeha Aydinê şaş e û derbarê Kanbal de biryara beraetê da.