Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne 2023-02-03 09:39:32   AMED - Parêzer Yûsûf Çakas da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehan gihiştine asteke xeternak û wiha got: “Hûn nikarin vê mijarê tenê bi ewlehî û hiqûqê îzah bikin. Bi vê polîtîkayê re yekser derdorên birêxistinkirî hedef tên girtin.”    Ji lêgerîna tazî heta cezayên qutkirina peywendiyan, hejmartina ser pêyan, qedexekirina hevdîtinan û şewitandina înfazan, li girtîgehan gelek binpêkirin tên kirin. Bi taybet jî girtiyên siyasî sewqî girtîgehên ji malbatên wan dûr tên kirin û girtiyên nexweş nayên berdan. Ji rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Yûsûf Çakas têkildarî pirsgirêkên girtî û malbatên wan dijîn axivî.    ‘HEVDÎTIN VEGUHERÎNE EZYETÊ’    Çakas, da zanîn ku girtî bi hinceta “ewlehiyê” li girtîgehên bajarên ku ji malbatên wan dûr tên sewqkirin û wiha got: “Di van mercan de zehmetiya herî mezin malbat dijîn. Hûn li Wanê rûdinin û zarokê we li Behra Reş e. Hûn li Wanê rûdinin lê zarokê we li Îzmîr, Antalya, Edîrneyê ye. Kesên kal û nexweş nikarin bi otobûsê rêwîtiyê bikin. Ji neçarî bi balafirê diçin û mesrefa wan 10 hezar TL derbas dike. Kêmtirîn mûçe li vî welatî 8 hezar û 500 TL ye û mimkin nîne ev malbat her meh biçe serdanê. Heta heke salê carekê jî biçe ev dibe mucîzeyek. Dema cihê mayînê û mesrefên rê û hwd. jî dikevin ser, bi rastî jî bo malbatan vediguhere ezyetê. Gava ewil ezyeta madî ye. Dixwazin girtiyan ji malbat û parêzerên wan dûr bixin û tecrîd bikin.”    ‘HÛN NIKARIN MAFAN ASTENG BIKIN’    Bi domdarî Çakas anî ziman ku malbatên rewşa wan a madî baş jî nikarin her carê biçin serdana xizmên xwe û wiha domand: “Kesek naxwaze zarokê xwe, hevjînê xwe yan jî xizmê xwe tenê çendek mehan carekî bibîne. Di mewzûatê de hefteyê carekê mafê hevdîtina girtî û mehê carekê jî hevdîtina vekirî heye. Heke ev maf di mewzûatê de hebe, hûn neçarin ku bi vê bikin. Heke we kesek ji azadiya xwe bêpar hiştibe, hûn nikarin mafê azadiya rêwîtiyê asteng bikin. Heke hevdîtina girtî di qanûnan de hebe, Wezareta Dadê û dewlet neçare vî mafî bicih bîne. Lê Wezareta Dadê bixwe mafê hevdîtinên girtî û vekirî asteng dike.”    TECRÎD   Di berdewamê de Çakas anî ziman ku nahêlin girtî bi xwe jî hev bibînin û bi hev re peywendiyan deynin û wiha pê de çû: “Heke di hevdîtina vekirî de 10 kes hebin; dema malbatek ji bilî xizmê xwe bi girtiyeke din re peywendiyê datîne, cezayê qedexekirina ragihandin û hevdîtinê didin girtiyan. Girtî bi mehan nikare li malbata xwe bigere. Bi tevahî ji malbat û peywendiyên xwe tê tecrîdkirin. Dixwazin girtî bi temamî ji malbata wî qut bikin, bi tecrîdeke giran serî pê bidin tewandin.”    SEPANA LÊGERÎNA TAZΠ   Parêzer Çakas destnîşan kir ku zexta lêgerîna tazî bedewam dike û ev tişt anî ziman: “Dema girtî bi dayik an jî hevjîna xwe re sihbetê dike, karmendên girtîgehê ji nêz ve guhdar dikin. Mafê jiyana taybet bi tevahî ji holê tê rakirin. Hevdîtinên girtî û vekirî tên qeydkirin. Aliyê vê qanûnîkirinê hate nîqaşkirin. Dibêjin; ‘hûn dê teslîmî girtîgehê bibin.’ Li Girtîgeha Wanê bi sedema ku dema ji cîhazê X-rayê re derbas dibî deng tê, nahêlin tu bi mont bikevî hundir. Kesên kal û nexweş li cihên sar hevdîtinê dikin. Lêgerîna tazî pir zêde heye. Heke hesasiyeta cîhazê X-rayê zêde bikin, dema hewa jî dikeve hundir deng jê derdikeve. Bi hinceta ‘ewlehiyê’, lêgerîna tazî li malbatan ferz dikin. Girtiyên ku nikarin li girtîgehê sihbet jî bikin hene. Dema em li van binpêkirinan dinihêrin, dibînin ku ev polîtîkaya ser girtîgehan tenê yekalî nîne.”    GIŞTÎNAMEYA WEZARETÊ    Têkildarî giştînameya dawî ya Wezareta Dadê ya derheqê girtiyan de jî Çakas ev nirxandin kir: “Piştî vê giştînameyê, di rewşa girtiyên nexweş de tu guhertin çênebûn. Hem dê hêviyê bidin gel û hem jî girtiyên nexweş bernedin. Ev heqê wan nîne. Divê di pêvajoyên hilbijartinê de dev ji van nêzikatiyan berdin. Ev giştîname ji bo çendek kesan hatiye derxistin. Hemû malbat li bendê bûn ku piştî pandemiyê qanûneke înfazê ya adilane derkeve. Lê ev qanûn bo girtiyên edlî veguherî efûyê. Ji bo girtiyên siyasî jî sepaneke bi navê lijneyê dan destpêkirin. Yek ji sepanên herî keyfî ye. Girtiyekî ku di salên 1991-93’yan de hatiye girtin, xwedî mafê hêviyê ye. Lê ev mafê hêviyê bi vê qanûnê re ji destê wan hate girtin.”    ‘LI BENDA MIRINA GIRTIYAN E’    Herî dawî jî Çakas wiha got: “Li benda mirina girtiyên ku înfaza wan şewitandine dimînin. Li hundir zextê li 10 hezar girtiyên siyasî dikin û li derve jî li malbatên wan dikin. Her cara ku giştînameya girtiyên nexweş derdikeve, malbatan got ‘tu hêviyên me nînin.’ Heke li dijî girtiyan nêzikatiyeke ‘dijminane’ hebe, wê demê mimkin nîne ku bên berdan. Ev rewş tenê bi ewlehî û hiqûqê nayê îzahkirin. Çarçoveya ku vê rewşê îzah dike, polîtîkayên ewlehî û neteweperestiyê ne. Armanca esasî ya van polîtîkayan jî hedefgirtina derdorên birêxistinkirî ye.    Di mijara mafê jiyanê de herî zêde nîqaş li ser Saziya Tipa Edlî (ATK) tên kirin. Bila bibêjin ji kesên bo wan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da bû çend jê mirin. Rapor dan girtiyê nexweş Halîl Guneş û Guneş li qawîşa xwe bi êşeke mezin jiyana xwe ji dest da. Biryarên ATK’ê biryarên zanistî nînin. Polîtîk nêz dibin. Divê derî lê were girtin û li şûna wê şandeyeke ji zanyarên bêalî pêk tê bê avakirin. Giştîname derxistin lê ew jî girêdayî ATK’ê kirin. Anku tiştek naguhere. Mijara ewlehiya civakê ya di Qanûna Înfazê de didome. Divê girtiyên nexweş bêşert û merc bên berdan. Qanûneke înfazê ya adilane bê derxistin û girtîgeh bên valakirin. Ev daxwaza me û malbatan, daxwazekî exlaqî û mirovî ye.”    MA / Zerrîn Sargut - Mehmet Guleş