Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng 2023-02-03 09:04:45   MÛŞ - Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn destnîşan kir ku tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku dijwartir dibe, krîzên civakî jî kûr dibin û ji bo çareseriyeke mayinde divê hemû derdorên muxalif beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6'ê Sibatê de bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meş dê ji du milan pêk bê. Milek ji Gevera Colemêrgê û milek jî ji QOsera Mêrdînê dê pêk bê.    Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, anî ziman ku divê hemû derdorên muxalif li dijî pergala tecrîda Îmraliyê bibin deng.    'TECRÎD BERDEWAMA KOMPLOYÊ YE'   Coşkûnê destnîşan kir ku Komploya Navdewletî ya di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye çêkirin bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê domandin. Coşkûn bilêv kir ku tecrîd êdî veguheriyeke tecrîdeke sîstematîk û bibîr xist ku zêdetirî 22 meh in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Coşkûn anî ziman ku redkirina serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re bêhiqûqîtî ye û got: "Ji xeynî serlêdanên malbatê û parêzeran, serlêdanên hevserokên meyên giştî jî bê bersiv hatine hiştin. Hevdîtin berê bi hincetên wekî 'keştî xerabe ye' û 'rewşa hewayê nebaş e' dihat astengkirin, lê niha di bin navê cezayên dîsîplînê de tê astengkirin. Bi vî awayî dixwazin ser bêhiqûqîtiya xw ebinixumînin. Bi tecrîdê re sûcê li hemberî mirovahiyê tê kirin."    Coşkûnê da zanîn ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nayê pêkanîn û bi tecrîdê re destûra bingehîn û hiqûqa navnetewyî tê eciqandin. Coşkûn bilêv kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê di şexsê Abdullah Ocalan de li tevahiya civakê belav bûye.    'DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ DENG DERXÎNE'   Coşkûn bibîr xist ku ji bo peywir û berpirsiyariya Wezareta Dadê bibîra wê bixin dest bi "Nobeda Edaletê" kirine û wiha got: "Çalakiya me meheke didome, lê heya niha tu pêwendî bi wezaretê re nehatiye danîn. Her wiha bi ser de ji bo çalakiya me jî xw eli bêdengiyê datînin. Em tu bêhiqûqîtiyê qebûl nakin. Sedema ku em di rakirina tecrîdê de israr dikin, ew e ku pêdiviya civaka Tirkiyeyê bi fikirên Ocalan heye. Birêz Ocalan mifteya aştî, demokrasî û jiyaneke hevpar e. Lewma ne tenê em, divê hemû derdorên muxalif li dijî vê tecrîdê deng derxînin."    Coşkûn herî dawî her kesî vexwand meşa ku dê di 6'ê Sibatê de ji Gever û Qoserê bê destpêkirin.