ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN 2023-02-03 09:00:24     * Li Geverê amadekariyên Meşa Gemlîkê ku dê di 6'ê Sibatê de bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” bê lidarxistin, li ber qedandinê ne.    * Dayika Aştiyê Menîce Yenî ji bo beşdariya li Meşa Gemlîkê bang kir û got:  "Banga min li gelê kurd, gelê bi şeref, gelê bi xîret ew e ku bila tev li vê meşê bibin û em vê tecrîda li ser rêberê xwe bişkînin."   * Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn destnîşan kir ku tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku kûr dibe, krîzên civakî jî kûr dibin û got ku ji bo çareseriyeke mayinde divê hemû derdorên muxalif beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.   * Bi girtîgehên ku piştî komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin avakirin, tecrîd dijwartir bû. Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Hacay Yilmaz ku di gelek girtîgehan de maye got: "Armanca van tîpên nû, ew e ku girtî nefikirin. Ne şaş e ku mirov bibêje her girtîgeheke Tîpa S'yê, Îmraliyek e."    * Rojnamevan Seyda Qasim ku şerê li Zap, Metîna û Avaşînê didomin dişopîne anî ziman ku Tirkiye tevî hemû derfetên xwe yên teknikî jî heta niha tu encam bi dest nexistiye û got: “Tevî ku ewqas çek û cebilxane, çekên kîmyewî û gazên jehrî hatin bikaranîn jî encam fiyasko ye.”    * Parêzer Yûsûf Çakas da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehan gihiştine asteke xeternak û wiha got: “Hûn nikarin vê mijarê tenê bi ewlehî û hiqûqê îzah bikin. Bi vê polîtîkayê re yekser derdorên birêxistinkirî hedef tên girtin.”   * Endamê Meclisa Ciwanên HDP’ê Ûgûr Yildiz bal kişand ku tevî tecrîda girankirî fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihiştine parzemînan û anî ziman ku ciwan dê li dijî polîtîkayên tecrîdê xwe birêxistin bikin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 697’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza ewil a der barê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin de ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kiibû wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (09.00)   * Doza der barê Apro Dîrîl, Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz de ku ji ber kuştina Şîmonî Dîrîl tên darizandin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin di roja 32'yemîn de berdewam dike. (10.00) ZINDΠ   * Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) wê li gelek bajaran çalakiya Nobeta Aştiyê li dar bixe. (14.00-18.00)   * Lîstika bi navê Seyrana Li Çeper a Nîsk Hunerê, dê ji bo piştevaniya HDP'ê li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derbikeve pêşberî şanohezan. (16.00)   * Maseya Îslamê ya Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê wê li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmîrê panela "Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet" li dar bixe. (15.00)