Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt 2023-02-02 15:43:30 STENBOL - Swîsreyê ragihand ku ji ber sedemên ewlehiyê balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê ji bo demekê girtiye.    Hejmara dewletên ku ji ber sedemên ewlehiyê balyozxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê digirin zêde dibin. Piştî welatên wek Hollanda, Almanya, Fransa, Belçîka û Ingilistanê niha jî Swîsreyê ji ber sedemên ewlehiyê balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt.    Balyozxaneya Swîsreyê ya li navçeya Şîşliya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku ji ber sedema ewlehiyê heta daxuyaniyek duyemîn dê bo demekê balyoxaneya wan girtî be. Balyozxaneyê got karûbarên randevûyên ji bo vîze û pasaportê dê betal bin.