Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin 2023-02-02 15:31:00   EDENE - Polîs B.O. yê 7 sal berê li Edeneyê Mûrat Daşkan kuştibû, cara duyemîn ji “têrnekirina delîlan” hat beraetkirin.    Li taxa Daglioglû ya navçeya Seyhana Edeneyê di 1’ê sibata 2016’an de xwepêşandek civakî hatibû lidarxistin. Polîs B.O. di çalakiyê de Mûrat Daşkan kuştibû. Derbarê polîs B.O. de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza polîs jê tê darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat lidarxistin. Polîs B.O. ê ji tawanbariya “kuştina mirov a muhtemelî ya bi qestî" negirtî tê darizandin tev li danişînê nebû. Parêzerê polîs, malbata Daşkan û parêzerê xwe Îlhan Ongur di danişînê de amade bûn.    Dozger tevî rapora pispor jî derbarê polîs de biryara a beraetê da û dozger îdia kir ku delîlên şênber ku polîs jê bê girtinê ango cezakirinê nîne.    Parêzerê malbatê Îlhan Ongor jî li dijî mutalaya dozger parastinê kir û destnîşan kir ku polîsê tê darizandinê Daşkan kuştiye û xwest polîs were cezakirinê.    Malbatê jî diyar kir ku ew mutalaya dozger qebûl nakin û xwest polîsê bersûc were cezakirinê.    DADGEHÊ BIRYARA BERAETÊ DA    Heyeta dadgehê tevî daxwaza parêzer û malbatê jî daxwaza dozger qebûl kir û bi hêceta “têrnekirina delîlan” derbarê polîs de cara duyemîn biryara beraetê da. Dadgehê biryar da ku derbarê polîsên delîlan ji holê rakirine de jî gilî bê kirin.