Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan 2023-02-02 15:20:02 COLEMÊRG - Bîrhat Gurdal ê li navçeya Geverê hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Bîrhat Gurdal duh di saetên serê sibê de li Taxa Kişla ya navçeya Gever a Colemêrgê bi serdegirtina malê hatibû binçavkirin. Gurdal ê bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hate binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Colemêrgê. Gurdal ê piştî wergirtina îfadeyan a Fermandariya Cendermeyan sewqî Edliyeya Colemêrgê hate kirin.    Gurdal ê li dozgeriyê îfadeya wî hate wergirtin, bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê Gurdal bi biryara qedexeya derveyî welat berda.