Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin 2023-02-02 13:33:09   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê tecrîda li Îmraliyê giran kiriye û xwest ku tecrîda bê bidawîkirin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku parêzer bikarin bi Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, li pêşiya Meclisê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja 31’an de didome. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Kemal Pekoz, Muazzez Orhan, Şevîn Coşkun, Abdullah Koç, Kemal Bulbul, Serpîl Kemalbay, Saît Dede, Hasan Ozguneş, Ayşe Surucu û Nûran Îmîr tev li çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatin hilgirtin. Parlamenteran li baxçeyê Meclisê daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û da zanîn ku nêzî 2 sal in li ser Ocalan tecrîdeke giran heye û wiha got: “Tecrîda heyî bi Girtîgeha Îmraliyê re bisînor nîne. Tecrîda heyî bandorê li hemû girtîgehan û civakên Tirkiyeyê dike. Bi polîtîkaya tecrîdê re hewl didin civakê ji hêzê bixin. Armanca esasî ya vê tecrîdê jî parastin û domandina îktîdarê ye. Ji bo vê jî wisa bi gelên Tirkiyeyê dikin ku nekarin dengê xwe derxînin. Bi milyonan kes dibêjin ‘Birêz Ocalan îradeya min a siyasî ye.’ Lê binêrin, di sala 2005’an de 3 milyon û 243 hezar kesan û di sala 2012’an de jî 10 milyon û 328 hezar kesan îmza dan û gotin ku birêz Ocalan îradeya min a siyasî ye. Ev îmze ji TBMM, AYM, CPT û DMME’yê re hatin şandin. Salek piştre jî li welêt pêvajoya aştiyê dest pê kir. Di wê pêvajoyê de kesek nemir, dayik negiriyan û ciwan nemirin. Lê îktîdara heyî di mijara pirsgirêka kurd de dîsa serî li polîtîkaya înkar û tunekirinê da ku bi sedan sala ye didome. Bi vê sedemê jî di serî de li Îmraliyê, li tevahiya girtîgeh û civakên Tirkiyeyê tecrîdê ferz dike.”    ‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ GUFTÛGO YE’   Herî dawî jî Orhan ev tişt anî ziman: “Bedela polîtîkaya şer û tecrîdê gelên Tirkiyeyê didin. Di bingeha hemû pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên Tirkiyeyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Israra di tecrîd û şer de heye. Ev yek çareserî nîne. Dê îktîdar nekare çareseriyê pêş bixe. Lewma jî em li vê derê bang li hemû gelên Tirkiyeyê, li kedkar û jinan dikin. Tecrîd bandorê li jiyana me dike. Îktîdar hewl dide gel neçarî xizantî, birçîtî û koletiyê bike. Her kesên ku li dijî vê derdikevin jî rastî zextan tên û hewl didin bêdeng bikin. Di nava 2 salên dawî de 141 cenaze ji girtîgehan derketin. 600 jê giran bi giştî zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Girtî ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin, ketine greva birçîbûnê. Ji bo ku bibin dengê wan, ev 31 roj in em li vê derê hewl didin balê bikişînin ser bandora polîtîkaya tecrîdê. Bi polîtîkaya tecrîd, şer, înkar û tunekirinê hûn dê nekarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Çareserî, guftûgo û muzakere ne. Di dawiya dawî de dê li ser maseya muzakereyê bê rûniştin. Divê hêj nebûy dereng ev pêvajo dest pê bike û tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ew e ku xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û heta ev tecrîd bi dawî dibe jî dê têkoşîna me bidome.”