Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin 2023-02-02 11:14:30   AMED - Danişîna doza ku Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan û Hevseroka berê Hulya Alokmen jê tên darizandin, ji ber li benda encameke lêpirsîneke din bimînin hate taloqkirin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan û Hevseroka Bajêr a berê Hulya Alokmen ji ber di serdegirtina polîsan a Rêxistina HDP’a Yenîşehîrê ya di sala 2020’an de li avahiya partiyê lîsteya alîkariyê ya malbatên xizan, flamayên kesk û sor û zer û lîsteya kesên di çalakiya greva birçîbûnê de hatin dîtin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê tên darizandin. Danişîna doza Ceylan û Alokmen li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin.    Ceylan û Alokmen a ji dosyayeke din niha girtî ye tev li danişînê nebûn, parêzerê wan Şeyhmûs Bayhan di danişînê de amade bû.    Dadgehê da zanîn ku di danişîna beriya niha de biryar hatibû dayîn ku li benda encama dosyaya lêpirsînê ya derbarê Ceylan de li Enqereyê hatiye vekirin bê sekinandin û dadgehê biryar da ku li benda encama dosyaya ku hêj encam negirtî ye bê sekinîn û danişîn taloqî 8’ê hezîranê kir.