Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim 2023-02-02 10:30:50   STENBOL - Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Joey J. Moses ku di nav Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê de cih digire destnîşan kir ku asta tecrîdê li qada navnetewî de nayê zanîn û got: “Ez ê vê yekê bi destnîşankirinê ji herkesê re vebêjim.”   Komploya hêzên navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anîn dikeve sala 25’emîn. Ocalan ê ji roja anîne Tirkiyeyê û vir ve li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin, zêdeyî 22 meh in destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bi hezaran parêzerên li dijî vê rewşê ketin nava liv û tevgerê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê dan.     Li dijî tecrîdê ji 7 welatên cuda yên cîhanê rojnamevan, hiqûqnas, siyasetmedar û akademîsyen di nav de 36 kes di 24’ê çileyê hatin Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê û heta 28’ê çileyê bi gelek saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Di nav endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku li Amed, Stenbol û Enqereyê hevdîtin kirin de Dr. Joey J. Moses jî cih girt. Moses ê ji Afrîkaya Başûr hate Tirkiyeyê di heman demê de yek ji endamên Komeleya Parêzerên Demokratîk ên Navneteweyî ye.    Moses têkildarî tecrîda li ser Ocalan û hevdîtinên xwe yên li Tirkiyeyê nirxandin kirin.    TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELÊN CUDA   Moses, da zanîn ku têkoşîna gelê Afrîkaya Başûr û têkoşîna gelê kurd dişibin hev û wiha got: “Weke me gelê kurd jî ji bo çand û zimanê xwe biparêzin û bidin jiyîn têdikoşin. Şibandineke din jî ew e ku rêberên gelê kurd jî weke rêberên Afrîkaya Başûr her tim tên girtin.”   Moses, bal kişand ku gelê kurd weke gelê Afrîkaya Başûr neçar man ku çekê bigirin û têkoşîna azadiyê bidin û wiha berdewam kir: “Artêşeke me jî ya azadiyê ya neteweyî jî hebû. Mîna li Afrîkaya Başûr kî li dijî rejîmê be û mafên xwe biparêze, jê re ‘terorîst’ tê gotin. Bi vî rengî nêzî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dibin. Raya giştî ya navneteweyî van koman weke ‘rêxistinên terorê’ dibîne. Bi heman rengî dewletên li Afrîkaya Başûr û Tirkiyeyê jî van koman bi vî rengî dibînin. Ji bo guhertina feraseta li vê derê divê kampanya bên çêkirin û gotina ‘em ne rêxistineke terorîst’ em rêxistineke parastinê ne were parastin.”   DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?   Moses, bi lêv kir ku Serrokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan li qada navneteweyî feraseteke bi vî rengî afirandî ye û ev feraset ji aliyê hin derdoran ve hatiye qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê ferasetê saziyên navneteweyî jî pirsgirêkên kurdan nafikirin û naxin rojeva xwe. Lê belê ya ku divê em di serî de bikin ew e ku em rave bikin ku ev di rastiyê de ne rêxistineke terorîst e, berovajiyê vê Tirkiye ev demeke dirêj e li ser kurdan polîtîkayên zext û çavtirsandinê dike.”   Moses got: “Eger wan tiştên me li vir bihîstibûna û tiştên me dîtin bidîta, wê ev yek nebûya” û wiha pê de çû: “Divê em piştrast bin ku ev tişt tên zanîn. Me şaşiya rejîma apartheîdê (rejîma cihekariya nijadî diparêze) rave kir û kampanyayeke antî-apartheîdê birêxistin kir. Ez vê yekê tenê weke pêşniyarekê dibêjim. Dibe ku di nava şert û mercên we de ev nebe, lê belê dibe ku ji bo kurdan bibe alîkar ku polîtîkayên tên meşandin bi rastî jî berevajî vê ne. Pêwîste civaka navneteweyî bi vê zanibe ku karibe bixe rojeva xwe û biparêze.”   ‘DEWLET ŞEREKÊ DIMEŞÎNE’   Moses ê da zanîn ku ew di nav delegasyona di sala 2005’an hatî Tirkiyê de jî cih digirt got çavdêrî kirine ku hem rewşa gelê kurd û hem jî ya muxalefetê her ku diçe girantir dibe. Moses, bal kişand ser zêdebûna polîtîkayên zextê û ev tişt gotin: “Komara Tirkiyeyê pêkanînên antî demokratîk dixe meriyetê û bi zextan qanûnan binpê dike. Dewlet li vir şerekî dimeşîne.”   Moses, anî ziman ku ev şer ne tenê li dijî kurdan e û wiha lê zêde kir: “Ez dibînim ku li dijî hemû kesên ku piştgiriyê nadin hikûmetê polîtîkayeke şer a zelal heye. Şert û mercên tecrîdê yên li girtîgehê, tecrîda li ser tevahiya civakê tê ferzkirin û polîtîkayên tecrîdê ji ber vê yekê weke hev in. Hewl dide têkiliya navbera Rêbertî (Ocalan) û gel qut bike. Difikirin ku bi vî awayî dikarin bi rêve bibin û gel çavtirsandî bikin. Ji ber vê yekê divê armanca yekem ev be; Ev polîtîkayên tecrîdê bi kêr nayên, serî derbasdar nînin û girîng e ku ev polîtîkayên tecrîdê jî werin zanîn bê ka çi ne.”   ‘EZ Ê BI DESTNÎŞANKIRINÊ VEBÊJIM’   Moses, anî ziman ku divê hem di asta netewî hem jî di asta navnetewî de polîtîkayên tecrîdê çi ne û asta wan çi ne bên zanîn û destnîşan kir ku di vê mijarê de berpirsyartiya wan heye. Moses axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di vê wateyê de dema vegeriyam ez ê her tiştên ku min li vir dîtine û fêr bûme, ji rêxistinên ku ez lê dixebitim û ji mirovên nas dikim re bêjim. Ez ê vê zanebûnê di saziyên xwe de belav bikim û ez ê asta polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê destnîşan bikim û ji her kesî re rave bikim. Hesta ku ji hevpeyvînên ku min di dema xwe de li vir û ji her kesê ku min nas kir, distînim ev e; Tevî hemû qewimînan jî gelê kurd û hêzên şoreşger ên li Tirkiyeyê bi hêvî ne û têdikoş in. Vê îlham da min. Ez hêvî dikim ku gelê kurd û hemû tevgerên demokratîk şoreşger ên li Tirkiyeyê xwedî li demokrasiya ku heq dikin derkevin û dawî li van polîtîkayên tecrîdê were.”   MA / Mehmet Aslan