Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne 2023-02-02 09:07:05   AMED - Hevserokên DBP'ê û HDP'ê yên navçeya Rezana Amedê bal kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku şikandina vê tecrîdê dê aştiyê û azadiyê jî bi xwe re bîne.   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 çar sal li pey xwe hişt. Zêdetirî 22 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Li dijî tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6’ê sibatê de ji navçeyên Qoser a Mêrdînê û Gever a Colemêrgê bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” meşek bê lidarxistin. Hevserokê DBP'a Rezanê Ahmet Candan û Hevseroka HDP'a Rezanê Sumeyye Kîrîcî der barê meşê de axivîn û banga tevlibûnê kirin.    ‘ZIRARÊ DIDE TEVAHÎ GELÊN TIRKIYEYÊ’   Hevserokê DBP’a Rezana Amedê Ahmet Candan da zanîn ku gelek zextên mezin li ser gelê kurd hene. Candan, diyar kir ku ev demeke dirêje li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin û wiha got: “Tecrîda li ser Serok Ocalan hem zirarê dide me hem jî zirarê dide tevahiya gelên Tirkiyeyê. Ev tecrîda li ser gelê me, ji xwe tecrîda li ser birêz Ocalan e.”   ‘OCALAN RÛMETA GELÊ ME YE’   Candan, qala girîngiya tevlibûna meşê kir û wiha domand: “Em ê ji Gever û Qoserê dest pê bikin û meşekê li dar bixin. Em edî daxwaza rakirina vê tecrîdê dikin. Êdî bes e. Bila gelê me li vê meşê xwedî derbikeve. Em bang li dewletê jî dikin. Bila ev zext û tecrîd bê rakirin. Serokatî rûmeta gelê me ye. Azadî û axaftina Serok, ji gelê me re feydeya herî mezin e. Heke ji aliyê hiqûqî ve jî lê binêrin di makeqanûnê û qanûna cezayê ya tirk de tiştek wiha tune ye.”   ‘LI SER BERTEKA GEL BIRYAR HAT DAYÎN’   Bi domdarî Candan ji bo meşê bang li gelan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wek rêxistina Rezanê di nav xebatan de cih digirin. Hinek amadekariyên me hene û em di nava tevgerekê de ne. Ji xwe me li ser daxwaza gel biryara vê meşê da. Em jî vê xwesteka gel bi cih tînin. Bila gelê me tev li meşê bibe û xwedî li vê meşê derbikeve.”   ‘MEŞA AŞTIYÊ YE’   Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Sumeyye Kîrîcî jî destnîşan kir ku ew jî weke partî di nava komîsyona meşa Gemlîkê de ne. Kîrîciyê diyar kir ku têkildarî meşê û tecrîdê dest bi serdanên gel kirine û axaftina xwe wiha qedand: "Heta tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe, li ser gelê kurd jî, zindanan jî, jin û ciwanan jî ranabe. Ev 22 meh in ji birêz Ocalan agahî nayên girtin. Rewşa wî çawa ye kes nizane. Ji ber vê yekê xwesteka me ji gel ew e ku bila bi girseyî tev li vê meşê bibin. Şikandina vê tecrîdê, dê aştiyê, azadiyê, biratiyê jî bi xwe re bîne. Ev meş dê bibe meşa azadiyê, xwişk û biratiyê û aştiyê.”