Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin 2023-02-01 20:08:16   ŞIRNEX- Cenazeyê Evîn Encuyê ku hatibû teşhîskirin piştî 11 rojan radestî malbata wê hat kirin.    Li herêma Bestayê ya Şirnexê di 22'yê Çileyê de di navbera hêzên YJA Starê û leşkerên tirk de şer rû dabû. Di şer de 6 endamên YJA Starê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ji van cenazeyan yek jê yê endama YJA Starê Evîn Encuyê bû ku di roja ewilî de ji aliyê malbata wê ve hatibû teşhîskirin, lê dozgeriyê ji malbatê re gotibû heya şîna Nîmet Encuyê cerdevan ku apê Evîn Encuyê ye, neqede dê cenazeyê Evîn Encuyê nedin.    ‘ME ROJA EWIL EW TEŞXÎS KIR’   Malbata Encuyê di nava 11 rojan de 3 caran hatin navenda bajêr ji bo wergirtina cenaze û serî li dozgeriyê dan. Têkildarî vê yekê bavê Encuyê Hamît Encu jî diyar kir ku wan roja ewil cenaze teşxîs kiriye lê radestî wan nehatiye kirin û wiha got: “Me roja ewil cenaze teşxîs kir, lê nedan. Em roja sêşemê çûn û gotin roja çarşemê dîsa werin. Em îro dîsa hatin. Ji ber sersaxiya pismamê min Nîmet ku li herêmê jiyana xwe ji dest dabû, cenaze nedan. Gotin bila xelas bibe, em ê piştre bidin.”    Malbata Encu ku hat Şirnexè cenazeyê keça xwe ji morgê wergirt. Piştre cenazeyê Encuyê ji bo bê definkirin ber bi gundê Bêcûhê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê ve hat birêkirin. Cenazeyê Encuyê piştî wecîbeyên olî di bin dorbêça leşkeran de hat definkirin.   CENAZEYEK LI BENDA TEŞXÎSKIRINÊ YE   Li aliyê din ji 6 cenazeyên endamên YJA Starê yên li nexweşxaneyê ku 5 radestî malbatên wan hatibûn kirin, cenazeyek jê jî li benda teşxîskirinê ye.