Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin 2023-02-01 14:10:33   AMED - Di encama şewata li Qursa Qur’anê ya li Pasûrê de 6 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn û 6 zarok jî birîndar bûbûn. Bi vê sedemê 14 sal cezayê hefsê dan Miftiyê Pasûrê yê wê demê Selahattîn Ozçelîk. Dadgehê bi hinceta “Rewşa baş” cezayê Ozçelîk ji 14 salan daxist 11 sal û 8 mehan.    Di 1’ê kanûna sala 2015’an de li Qursa Qur’anê ya gundê Karaagaç a Pasûr a Amedê şewat derket. Di şewatê de 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 6 zarok jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê bi sedema “Ji ber qisûriya xwe bûye sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” li Miftiyê Pasûrê yê wê demê Selahattîn Ozçelîk doz hatibû vekirin. Dadgehê 14 sal cezayê hefsê da Ozçelîk. Dadgehê diyar kir ku miftî Ozçelîk bi sedema “ji ber qisûra xwe bûye sedema mirina” Nûr Muhammed Bayka, Mehmet Bîngol, Sûat Çankaya, Serhat Sancar, Şahîn Kahraman û Sabahattîn Altun û bi sedema “ji ber qisûra xwe bûye sedema birîndarbûna”  Cîhan Işik, Zekî Işik, Abdullah Tekîn, Mahsun Bayka, Abdullah Taş û Mehmet Mensur Bayka û 14 sal cezayê hefsê da. Lê heman dadgehê bi hinceta “Rewşa baş”,  salek û 4 meh cezayê hefsê ji cezayê Ozçelîk daxist û cezayê wî kir 11 sal û 8 meh.    'JI BER KU TEVDÎR NEHATINE GIRTIN BERPIRSYAR E’   Danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Ozçelîk tev li danişînê nebû û dozger mutalaaya xwe ya têkildarî esasê pêşkeş kir. Di mutalaayê de hat gotin ku qursa Qur’anê cihê qursê yê fermî bû lê tevî ku qursa Qur’anê ya xwendekar lê radizên nebû jî xwendekar bi şev li wir hatine hiştin. Bi domdarî dozger diyar kir ku xwendekaran ji ber sermayê xwestine bi rêya sobeya ceyranê xwe germ bikin û di rapora kesê pispor de jî tespît bûye ku tesîseta ceyranê bi awayekî rêk û pêk nehatiye kontrolkirin û dema xwendekaran sobeya ceyranê vêxistin jî şewat derketiye. Dozger, da zanîn ku di rapora kesê pispor de tespît bûye ku li qursa Qur’anê jimêreke ceyranê tune bû, ceyran qaçax hatiye bikaranîn û prîzên ku herikîna ceyranê kontrol dikin tune bû. Dozger, diyar kir ku li gorî rapora kesê pispor, kursa Qur’anê 3 sal berê hatiye vekirin, ji bo şewatê tu tevdîr nehatine girtin, tesîsatên bînayê qet nehatiye çêkirin û ji vê yekê jî Miftîtiya Pasûrê berpirsyar e.    'LI DIJÎ BERPIRSYARTIYAN TEVGERIYA’   Dozger, bal kişand ser rapora kesê pispor ku dibêje miftî Ozçelîk li gorî tevdîrên di rêziknameya ewlehiya cihê kar de tevnegeriyaye, li gorî vê alav û amûr li wargehê bicih nekirine, xebatkarê berpirsyar Farûk Işik di mijara tenduristiya kar û ewlehiyê de perwerde nekiriye û bi vê sedemê jî Ozçelîk kesê biqisûr ê sereke ye û wiha got: “Bersûc, têkildarî bûyerê bi baldar tevnegeriyaye û li dijî berpirsyariyên xwe tevgeriya ye. Di encama qisûrên Ozçelîk de, Nûr Muhammed Bayka, Mehmet Bîngol, Sûat Çankaya, Serhat Sancar, Şahîn Kahraman û Sabahattîn Altun jiyana xwe ji dest dan û Cîhan Işik, Zekî Işik, Abdullah Tekîn, Mahsun Bayka, Abdullah Taş û Mehmet Mensur Bayka jî birîndar bûn. Divê Ozçelîk ji sûcê ‘ji ber qisûra xwe bûye sedema mirin û birîndarbûnan’ bê cezakirin.”    'DAWÎ LI JIYANA WAN ANÎ’   Parêzerê mexdûran Yûnûs Mûratakan jî da zanîn ku daxwazeke wan a ji bo îfadeyê nîne û wiha got: “Ji ber ku li qursa Qur’anê tevdîrên pêwîst nehatin girtin, miwekîlên me hatine qetilkirin. Zarokên ku nikarin xwe biparêzin li wir hatine hiştin, ev zarok şewitandin û dawî li jiyana wan anîn. Divê ev bersûc bê cezakirin.”    Ji parêzerên bersûc Eyyûp Bulut û Vahît Dursun îdia kirin ku di bûyerê de tu qisûrên miwekîlê wan nîne û xwestin bê beraetkirin.    BI HINCETA ‘REWŞA BAŞ’ CEZAYÊ WÎ DAXISTIN   Dadgehê biryar da ku Ozçelîk “Bi qisûra xwe bûye sedema mirin û birîndarbûnan” û 14 sal cezayê hefsê da. Piştre jî bi hinceta ‘liv û tevgera baş a bersûc a li dadgehê’, salek û 4 meh ji cezayê Ozçelîk daxist û 11 sal û 8 meh cezayê hefsê da.    Dadgehê biryara qedexeya derketina derve ji bo bersûc da.