Li Geverê kesek hate binçavkirin 2023-02-01 12:59:22   COLEMÊRG - Li Geverê di serdegirtina malê de Bîrhat Gurdal hate binçavkirin.    Tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Colemêrgê bi polîsan re li Taxa Kişla ya navçeya Gever a Colemêrgê bi ser malekê de girtin. Di serdegirtinê de lawê girtiyê nexweş Tahîr Gurdal ê 13 roj piştî taloqkirina cezayê wî di 10’ê kanûna 2022’yan de jiyana xwe ji dest da, Bîrhat Gurdal (22) hate binçavkirin. Sedemê binçavkirina Gurdal nehate zanîn û ew birin Fermandariya Cendermeyan a Bajêr.