Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin 2023-02-01 10:19:44   MÊRDÎN - Kesê bi navê Mehmet Şîrîn A. li Mêrdînê zarokeke keç a 10 salî tecawiz kiribû. Rapora DNA’yê îfadeyê tecawizkar A. derew derxist. Parêzer Leyla Sarohan da zanîn ku zext li malbatê tê kirin ku giliyê xwe paşve bikişîne.    Kesê bi navê Mehmet Şîrîn A. (28) li Mêrdînê tecawizî zarokeke keç a 10 salî kiribû. Li ser giliyê malbatê, derheqê tecawizkar Mehmet Şîrîn A. de lêpirsîn hatibû destpêkirin û bi sedema “Îstîsmarkirina zarokê” îdianame hate amadekirin. Îdianame, ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hate qebûlkirin û darizandina Mehmet Şîrîn A. dest pê kir.    Bûyer di 28’ê gulana 2022’yan de pêk hat. Dema zaroka 10 salî li gel kekê xwe pez diçêrand, Mehmet Şîrîn A. jî pezê xwe anîbû heman cihî. Tecawizkar Mehmet Şîrîn A. demek piştre kekê zarokê şand cihekî dûr û destdirêjî li zarokê kir. Zaroka keç dema vegeriyayî malê, di heman rojê de bûyer bi dapîra xwe re parve kir. Li ser vê yekê dapîra wê bûyer bi malbatê re parve kir. Malbatê jî giliyê Mehmet Şîrîn A. kir.    RAPORA DNA’YÊ ÎDIAYÊN BERSÛC VALA DERXIST   Mehmet Şîrîn A. di çarçoveya dosyayê de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Tecawizkar A. di îfadeya xwe de îdia kiribû ku di navbera malbata wan û ya zarokê de “neyartî heye” û di berdewama îdiaya xwe de gotibû malbata zarok “bêbextiyê” li wî kiriye.   Lê belê li ser cil û bergên zarokê lêkolîn hate kirin û mînakên DNA’yê dane ber hev. Di encama lêkolînê de derket holê ku mînakên DNA’yê yên li ser cilên zarokê û mînakên DNA’yê ên tecawizkar Mehmet Şîrîn A. hev digirin.    PARÊZER SAROHAN: DIVÊ JI SÛCÊ DERBKIRINÊ JÎ CEZA WERE DAYÎN    Ji parêzerên Baroya Mêrdînê Leyla Sarohan têkildarî bûyerê axivî û ev tişt anî ziman: “Delîlên derketine holê nîşan didin ku bersûc teqez sûc kiriye. Darizandin ev nêzî 5 meh in didome. Dema sûc dihat kirin, her wiha mexdûr hatiye derbkirin jî. Her çende ku sûcê îstîsmara zayendî ya biwesf hatibe kirin jî, divê ji sûcê derbkirinê jî were darizandin. Me bi israr ji dadgehê re got ku divê bersûc ji ber derbkirinê jî were darizandin. Dozger jî di mutalaaya xwe de heman tişt xwest. Banga min ji bo her kesî ew e ku tev li danişîna dozê ya di 2’yê sibatê de bibin. Pêdiviya malbatê bi piştevaniyê heye. Ji bo ku malbat giliyê xwe paşve bikişîne zextekî pir mezin lê tê kirin. Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê jî xwest mudaxilî dozê bibe lê dadgehê ev daxwaz red kir. Di dozên wiha de heke piştgirî nebe, malbat xwe bi tenê hîs dikin. Lewma dadgehê jî weke ku dosya bêxwedî be carnan biryarên xelet didin.”    MA / Ahmet Kanbal