Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê 2023-02-01 10:09:29   WAN - Rojnamevan-nivîskar Îkram Balekanî ku çalakiyên li Îran û Rojhilat didomin ji nêz ve dişopîne anî ziman ku çalakiyên bi mehan e didomin dest bi afirandina yekîtiyeke di navbera gelan de kirine û destnîşan kir ku ev yekitî xwedî wê îmkanê ye ku veguhere şoreşeke mîna Şoreşa Rojava.     Jina kurd Jîna Emînî di 13’ê îlona 2022’yan de li paytextê Îranê Tehranê ji aliyê Gaştî Îrşad ku weke “polîsên exlaqê” tên zanîn ve bi îşkenceyê hate binçavkirin. Emînî ku rakirin nexweşxaneyê, di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiyên şermezarkirinê ku bi qetilkirina Emînî dest pê kirin didomin. Hate diyarkirin ku di çalakiyên ku di meha xwe ya 5’emîn didomin de herî kêm 522 kes hatine qetilkirin û bi dehan kes hatin darve kirin. Di nava hezaran kesên hatin binçavkirin û girtin de 172 aktîvîst, 61 rojnamevan, 50 siyasetmedar, 32 parêzer, 26 şanoger û sînemahez, 24 nivîskar, 23 parêzvanên jin, 21 werzîşvan, 14 hunermend, 5 helbestvan û 8 akademîsyen hene. Rojnamevan-nivîskar Îkram Balekanî ku çalakiyên li Îranê dewam dikin ji nêz ve dişopîne, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   ÇALAKÎ DI MEHA 5’EMÎN DE BERDEWAM DIKIN   Balekanî yê da xuyakirin ku li Rojhilat û Îranê çalakî berdewam dikin, anî ziman ku çalakî weke “Şoreşa Jinan” tên penasekirin û bi lêv kir ku bi destpêkirina çalakiyan re rejîmê têkiliyên înternet û telefonê qût kirin. Balekanî, diyar kir ku rejîmê bi birîna têkiliyên înternetê ketiye pêş çalakiyan û wiha got: “Lê tevî hemû astengiyên rejîmê jî gel geşkirina agirê şoreşê û çalakiyên xwe didomîne. Her çiqas xwepêşandan pêşî li seranserê Îranê belav bibin jî niha piranî li Kurdistan û Belucistanê berdewam dikin. Li Belucistanê bi taybetî piştî nimêja înê çalakî û meş tên lidarxistin. Li bajarên Îranê gel bi taybetî li ser banên xaniyên xwe bi dirûşmeyan piştgiriyê didin çalakiyan û li dijî rejîmê dengê xwe bilind dikin. Li Kurdistanê jî gelemperî li kolanan kom bi kom çalakî tên kirin.”   AZADÎ Û JIYANA HEVPAR   Balekanî, destnîşan kir ku gel bi çalakiyan daxwaza azadiyê dike û wiha berdewam kir: “Daxwaza azadiyê ji aliyê hemû gelên Îranê ve tê xwestin. Bêguman kurd jî vê daxwaza azadiyê dikin lê belê ji feraseta azadiyê ya gelên din ên Îranê azadiyeke cuda ye. Azadiya ku kurd dixwazin bi naskirina nasname, ziman û çanda xwe bi rengê jiyana hevpar a gelan e. Ji ber vê yekê li gelemperiya Îranê daxwaza azadiyê heye, lê belê ev daxwaz li gorî herêm an jî gelan diguhere. Ji bilî daxwaza azadiyê, dîsa gel Komara Îslamî ya Îranê naxwazin. Guhertina rejîmê dixwazin.”   ‘GEL JI REJÎMÊ NATIRSE’   Balekanî, bi lêv kir ku rejîm bi tundiyê nêzî çalakiyên gel dibe û wiha pê de çû: “Bi rastî ji ber rejîm dizane li Sûriyeyê çi qewimî hewl dide dozaja tundiyê ya li dijî gel bi zanebûn zêde neke. Tevî vê heta niha nêzî 600 kesan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de bi dehan jê zarok in. Rejîmê armanc kir ku bi zext, îşkence û kuştinan çalakiyan bi dawî bike lê gel tevî hemû pêkanînan jî bi paş ve gavê naavêje. Ji ber ku gel 44 sal in di bin zexta vê rejîmê ye û êdî naxwaze bêdeng bibe. Ji ber vê yekê darvekirin, îşkence, kuştin û girtin ji bo gel ne tiştên nû ne, lewma êdî gel ji rejîmê natirse. Xaleke din a ku divê were zanîn ew e ku nêzîkatiya rejîmê ya li Kurdistanê û Belûcistanê û nêzîkatiya wê ya li deverên din an ku farisan ne yek e. Li van her du eyaletan rejîm zêdetir êrîşî gel dike. Ewqas jî ku heta niha piraniya kesên hatine kuştin li parêzgehên Kurdistan û Belûcistanê ne.”   KONSEYEKE HEVKAR    Balekanî, da zanîn ku niha bi tarzên cuda çalakî tên meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne gel gelê kevn e, ne jî rejîm rejîma kevn e. Di destpêkirina çalakiyan re em dibînin ku gel tirsa mirinê ji ser xwe avêtiye. Tevî ku rejîmê gelek caran ragihand ku wê 'polîsên exlaqê' ji holê rake jî, gel êdî guh neda rejîmê. Ji ber ku gel pê hesiya ku rakirina 'polîsên exlaqê' wê pirsgirêkê çareser neke. Ji ber ku gel niha xwedî daxwazeke cuda ye; Gel guhertina rejîmê û jiyaneke azad dixwaze. Çalakî hêj jî dewam dikin. Bêguman dema mirov li pêvajoya derketinê ya destpêkê dinêrin, di navbera mezinahiya çalakiyan û ya heyî de cudahî heye. Lê belê ev çalakî eger bi rengê xwe yê heyî dewam bikin, wê têra nekin. Lê belê eger mûxalîf û kurdên li Îranê li hev bicivin û bi hev re konseyekê ava bikin, wê çalakî xurtir bibin. Eger ev bibe, wê şoreşa pêk were ne tenê li Îranê li tevahiya cîhanê bê slavkirin.”   WEKE ŞOREŞA ROJAVA…   Balekanî diyar kir ku binçavkirin, girtin, darvekirin û komkujiyên ji aliyê rejîmê ve tên kirin nîşaneyên wê yekê ne ku çalakî li tevahiya Îranê belav bûne û têkoşîna gelan a bi hev re dikare bê dîtin û wiha pê de çû: “Di van çalakiyan de beşên ji rêzê yên gel an jî gelek bi tenê li ber xwe nadin. Ji ber ku dema em li binçavkirin û girtinan dinêrin, dibînin ku aktîvîst, rojnamevan, siyasetmedar, parêzer, şanoger û sînemager, nivîskar, parêzvanên jin, sporvan, hunermend, helbestvan û akademîsyen hene. Ev yek nîşan dide ku di rastiyê de şoreşeke gelan heye. Ev ji bo Kurdistana Rojhilat destkeftiyeke mezin e. Çawa ku ev enerjiya rê li ber şoreşa li Rojava vekir û şoreşa Rojava li tevahiya cîhanê hat silav kirin, pêkane ku rewşeke bi vî rengî li Îranê jî rû bide. Bi şoreşa Rojava re gelên li Îranê îro hîn bêhtir sempatiyê ji kurdan re hîs dikin. Rastiya ku hemû Îran îro dest bi gotina 'Jin jiyan azadî' kiriye, di rastiyê de nîşaneya herî mezin a vê yekê ye.”   Îkram Balekanî, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ev çalakî weke çalakiyên berê nînin. Ji ber ku di rejîma Îslamî ya 44 salan de yekemcar gelan ewqas li hev kom bûn û her kes, heta zanîngeh jî piştgirî dan van çalakiyan. Ev çalakiyên ku bi taybetî bi pêşengiya jinê dest pê kirin, yek ji nîşaneyên herî mezin in ku ev sedsal sedsala jinê ye. Têkoşîna jinê xwedî wê hêzê ye ku dikare hemû faşîst û dîktatoran hilweşîne. Ev kiryar ducanî ne ku veguherin şoreşê. Gengaze ku ev çalakî veguherin şoreşekê.”   MA / Cengîz Ozbasar